Civak

Zêbarî: Yek milyon û nîv koçber hatine herêma Kurdistanê

Cigirê berpirsê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku, hatina wê hijmara zêde ya penaber û koçberan bo herêma Kurdistanê û ew hijmar berdewam di zêdebûna de ye, bo her herêma Kurdistanê metirîdar e û heta niha zêdetir ji yek miyon û nîv penaber û koçber be bi herêma Kurdistanê ve hatine.

Dîndar Zêbarî cîgirê berprisê fermangeha têkeliyên derve li bajarê Hewlêrê di pireskoferensekê de got: ”Hijamara hatina penaber û koçberan bo herêma Kudistanê berdewam zêde dibe û ew hijmara zêdeya penaberan bo ser herêma Kurdistanê xeter e. Nifosa herêma Kurdistanê 5 milyon e û heta niha zêdetir ji yek miyon û nîv panebr hatine herêma Kurdisanê, ev yek jî metirîdar e.

Zêbarî got ku, beşek ji koçberan di nava dibistan û xwendingehan de akincî bûne û vê yekî jî tesîr li ser pirosesa xandin û perwerdeyê li herêma Kurdistanê kiriye.

Back to top button