PKK naxvaze dewlet çekan bidin pêşmerge
Rojnemevanê Tirk Ruşên Çakir çû çiyayê Qendilê û li gel Cemil Bayik hevpeyvînek pêkanî. Bayik cardin niyeta û syaseta PKKê di derbarê hêzên pêşmerge û Başûrê Kurdistanê de eşkere kir.
Di beşek hevpeyvînê xwe di debarê ku DYA û hinek welatên Ewropa çekan didin hêzên pêşmergeyan Bayik dibêje: Mirov çekan dide kesên ku şer dikin.nabe mirov çekan bide kesên direvin û şer nakin.
Rojnemevan Çakir û Bayik
Bayik îdia dike ku hêzên pêşmergeyan li himber DAÎŞê ji hev ketin û xwe li himber DAÎŞ negirtin.
Bayik dibêje ku gelek xelet e berpirsên herêma Kurdistana Iraqê dibêjin çekên baş di destê me de tuneye ji bo li dijê DAÎŞê şer bikin çekan dixwazin.
Bayik dibêje: Çekên di destê DAÎŞê de heyin di destê Başûr de jî hene. Lê DAÎŞ şer dike û ew nakin. Mirov serdestiya teknîkî bike sdem ne raste.
Berdewamiya axavtina xwe de Bayik dibêje: DAÎŞ rêxistinek îdeolojik e. Hêzeke ku xwe fada dikin. Hêzên nevdewletî û herêmî pişgiriya wan dikin. Ji bo vê serkeftîne.Li himber wan pêşmerge belav e. Di dema dawî de pêşmerge ketine derdê xaniyan, trimbêlan û pereyan. Hêzêk bikeve li dûv van tiştan nikare şer bike. Perwerda pêmerge ya îdeolojîk û rêxistinî tuneye. Berwerda din jî bi sinore. Divê van perwerdan pêkbîne da bikaribe şer bike.
Ji aliyekî ve Cemîl Bayik van tiştan dibêje , ji aliyek din ve rêxistina Yekîtiya Xwendkarên Kurd (YXK) li Elmanya bi nameyekê daxwaz ji hikûmeta Elmanya kir ku çekan nede Hêzên Pêşmerge . Ev rêxistin girêdayê PKKê ye.
Rêxistina PKK Yekitiya Xwendekarên Kurd
Yekîtiya Xwendkarên Kurd nameyek ji hukumeta Alamanya re rêkir û kopiya ya vê nameyê kete destê ajansa BasNews jî.
Ev rêxistina girêdayî PKKê dibêje: Hêzên YPG’ê ji bo hemu cîhanê dan diyarkirin ku bi fermana PKK û alîkariya wan bi dehan hezar Êzdî li Rojava xistin kampan û ji bo parastinê jî hêzeka mezin şandine Şengal û deverên din, hêza ku bikare wan biparêze tenê YPG û PYD û PKK ye, ji bo wê jî çekana nedin Pêşmerge, Kurd hemû çekan naxwazin, lê hemû alîkariyên mirovî yên bilez dixwazin .
Berdewama nameyê de ev rêxistin dibêje: Eger PKK nebûya wê Mexmûr jî wek Şengalê lê bihata, lê niha di destekî emîn de ye û aramî bo hatiye vegerandin.’