Polîtîk

Li Silêmaniyê aliyên siyasî li hev nekir

Li Silêmaniyê aliyên siyasiyên kurdistanî, îro roja duşemiyê ji bona diyarkirina waliyê Silêmaniyê civiyan û civîn bê encam bi dawî hat û bo 10 rojên din civîn hat paşxistin

Li gor hin çavkaiyan li ser pêniyara Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civîn hat paşxistin  ji ber nakokiyên nava wê partiyê, hata niha YNK nikare kandîdê xwe bo posta walitiya Silêmaniyê destnîna bike.

Di çend heftiyên borî de, lîsteya Xizmetê ku ji Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamî pêk tê, ji bona çareserkirina pirsgirêka wîlayeta Silêmaiyê pêşniar kiribû ku, postê waliyê Silêmaniyê du sal bo YNK û du sal bo Goranê be, Tevgera Goran ev pêşniyara aliyên îslamî qebûl kir bi şertê du salên yekemîn bo Goranê bin ji ber ku wê piraniya dengan hene, lê hêşta YNKê bersiv nedaye.

Weke diyar di roja 30ê nîsana borî de hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê hatibûn kirin û heta niha pirsa kî dibe waliyê Silêmaniyê nehatiye çareser kirin.

Back to top button