Cîhan

Birîtaniya nûnerê ewlehiyê dişîne Hewlêr

Hikûmeta Birîtaniyayê ji bo piştevanîkirina pêşmergeyê Kurdistanî li dijî DAÎŞê nûnerê hikûmeta Birîtaniyayê bo karûbarên ewlehiyê dişîne Hewlêrê.

Ji bona zêdetir bihêzkirina piştevaniya herêma Kurdistanê, hikûmeta Birîtaniyayê biryar de general Sîr Sîmox Mayal weke nûnerê ewlehiyê  bişîne herêma Kurdistanê.

Li gor daxuyaniya çapemenî ya hikûmeta Birîtaniyayê, destnîşankirina general Sîmon Mayal  weke nûnerê hikûmeta Birîtaniyyaê bo karûbarên emnî dê bibe sedemê zêdetir bihêzkirina piştevanîkirina kurdan di şerî dijî DAÎŞ de.

Di daxuyaniya de ahtiye gotin ku, general sîr Sîmon Mayal vê gavê şêwermenêd hikûmetê bo karêbarên Rojhilata Navîn e. Mayall ji bilî vê wezîfeyê dê li herêma Kurdistanê nûneratiya hikûmetê bo karûbarên ewlehiyê bike. Ew di di çarçoveya tekoşîna li dijî DAÎŞ de dê alîkariya herêma Kurdistanê bike.

Back to top button