Polîtîk

Aliyên siyasî li benda bersiva YNKê ne

Biryare sibê roja duşemiyê civata wîlayeta Silêmaniyê bicive û hêşeta Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bersiva aliyên siyasî nedaye.

Di çend heftiyên borî de, lîsteya Xizmetê ku ji Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamî pêk tê, ji bona çareserkirina pirsgirêka wîlayeta Silêmaiyê pêşniar kiribû ku, postê waliyê Silêmaniyê du sal bo YNK û du sal bo Goranê be, Tevgera Goran ev pêşniyara aliyên îslamî qebûl kir bi şertê du salên yekemîn bo Goranê bin ji ber ku wê piraniya dengan hene, lê hêşta YNKê bersiv nedaye.

Li gor hin agahiyan, sibê civata wîlayeta Silêmaiyê bo cara çaremîn dicive, lê dibe ku, di civîbna sibê jî de YNK û Goran li hev nekin.

Feysel Îbrahîm cîgirê serokê fraksyona Xizmet ji malpera NRT re got ku, zehmete xivîna sibê serbikeve ji ber ku, heta nuha YNK bersiv nedaye.

Feysel got ku, nuha hemû alî li benda bersiva YNKê ne daku bersiva pêşniyara aliyên îslamî bide.

Weke diyar di roja 30ê nîsana borî de hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê hatibûn kirin û heta niha pirsa kî dibe waliyê Silêmaniyê nehatiye çareser kirin.

Back to top button