Polîtîk

Herêma Kurdistanê çar şert ji bo Bexdayê hene

Heyeta balaya danûstandinan ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê ku, nûneratiya hemû aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê dike bi serokatiya Hişiyar Zêbarî li Bexdayê ye û heta nuha digel Hevpeymnaiya Niştimanî (kutleya şîiyan) û digel Heyder Ebadî serokwezîrê bê yê Îraqê civiyane.

Li gor hin çavkaniyan şandeya balaya herêma Kurdistanê ku, bi fermana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye pêkanîn, 4 şert dayne berpirsên Bexdayê û ji wan re gotiye ku, ji bo beşdarîkirin di hikûmeta nû ya Îraqê de herêma Kurdistanê çar şertên esasî hene:

          Madeya 140ê

          Hinartina budceya herêma Kurdistanê

          Pirsa hinartina nefta herêma Kurdistanê

          Bydce û pirçekirina hêzên pêşmergeyê Kurdistan

Lê gor Necîb Balateyê endamê şandeya danûstandinan, herêma Kurdistanê vê carê bi tenê bi soz û peyamên defîkî û heta yên nivîskî jî razî nabe. Wî got ku, vê çarê herêma Kurdistanê garantiya navdewletî dixewaze û daxwaz dike terefê sêyem di nav danûstandinan de hebe ji bo cîbicîkirina şertên kurdan.

Ji aliyê xwe ve, Necîbe Necîb endam aparlamentoya Îraqê dibêje ku, Heyder Ebadî li ser şertên herêma Kurdistanê razî bûye, lê herêma Kurdistanê garantiya navdewletî daxwaz dike. 

Back to top button