Dosya
Li Zumarê pêşmergeyan 10 gund rizgar kirin
Piştî azadkirina gelek gundan, pêşmergeyê Kurdistanê çend kîlometoyan nêzîkî senterê bajarokê Zumar li devera Mûsilê bûye û pêşmerge xwe ji bo kontrolkirina Zumar amade dike.
Fermandarekê hêzên pêşmerge ji rojnameya War re got ku, di şerên du rojên borî de hêzên pêşmerge nêzîkê 10 gundên derdûra Zumar û Wankê ji terorsîtan paqij kirine û bi dehan terorîst kuştine û yên din jî ber bi bajarê Mûsilê revîne. Wî fermadarê pêşmerge got jî ku, rêya navbera Zumar û Mûsil di bin kontrola pêşmergeyê Kurdistanê de ye û niha pêşmerge xwe ji bo rizgarkirna Zumar amade diek.
Li gor çavkaniyan, hêzên pêşmerge ji Zumar heta Sadiye û Celewla di pêşveçûnên berdewam de ne û terorîstên DAÎŞ jî paşve direvin.