Civak

Zarokên xwe li Wanê bi cîh hişt û çû li zozanên Faraşînê bi cîh bû

Abdulmenaf Aslanê 67 salî ji ber ku hez ji qelebalixiya nava bajaran nedikir, zarokên xwe li bajarê Wanê bi cîh hişt û ew bi xwe jî çû li zozanên Faraşînê bi cîh bû.

Abdulmenaf Aslan ku ji xelkê qezaya Elkê (Beytuşebap) ya bajarê Şirnexê ye, eve du sale xwe spartiye zozanan û li gel ajalan bi tena serê xwe dijî. Abdulmenaf Aslan li zozanên Faraşînê li gel 2 hesp, segek, kerek û 46 pezên xwe pêkve dijî. Ew dibêje hez ji qelebalixiya nava bajaran nake û ji ber wê yekê jî, zarokên xwe li bajar hiştine û ew bi tena serê xwe li zozanan dijî.

Her wiha Abdulmenaf Aslan dide zanîn ku ew li zozanan gelek bextewere, her tiştekî xwe heye, lê bi tenê gileyî û gazinda wê yekê dike ku îsal ji ber ba û bahoz û berfa zêde, nekariye 4 rojan pez û ajalên xwe derxe derve. Ew dibêje: Destpêkê de ez bi tenê piçek aciz dibûm, lê paşê hêdî hêdî ez fêrî jiyana zozanan bûm. Segê min, min ji guriyan diparêze û her wiha hemû tişteke ku min pêdivî pê hebe, li cem min heye.

Back to top button