Cîhan

Gumana Corona ji Ivanka Trump jî tê kirin

Peter Dutton Wezîrê Navxweya Awustralya piştî ku ji Amerikayê vegeriya Awustralya, ji ber virusa Coronayê wî xistin bin çavdêriya pizîşkan.

Peter Dutton Wezîrê Navxweya Awustralya li Amerikayê, serdana Ivanka Trump keça Donald Trump Serokê Amerikayê û William Barr Serdozgerê Amerikayê li 6 adarê de civiyabû. Cîvîna wan ya (Five Eyes)Pênç Çav ku li ser hevpeymaniya hewalgirî û îstîxbaratiyê bû û nûnerên Awustralya, Amerika, Brîtanya, Kanada û Zelandaya Nû jî di wê civînê de beşdar bûn.

Piştî ku vîrusa Corona li ser Peter Dutton Wezîrê Navxweya Awustralyayê hate dîtin, niha guman li ser Ivanka Trump keça Donald Trump jî tê kirin ku ew jî hilgirê virusa Coronayê be.

Back to top button