Zarokên Sakîne Muhammedî Aştiyanî bang li dinyayê dikin
Sakîne Muhammedî Aştiyanî niha li Îrane girtigeha Tebrîz ya bi navê Evînê de ye. Dadgerên Îranî cezaya wê ya recmê pejirand û benda înfazkirina cezayê xwe ye.
Zarokên Sakîne Muhammedî Aştiyanî bang li dinyayê dikin
Ji keremên xwe re bernadin ku xewnereşkên me rast bibe. Li hemberî recmkirina dayka me hûn jî dengê xwe bilind bikin.Îro em destên xwe ji bo hemî dinya drêj dikin. Di naw tirs û xopanê de 5 salên me derbas bûn . Ma gelo dinya ew qas zalime ku wê xirabiye nabîne ?
Em zarokên Sakîne Muhammedî Aştiyanî ne. Navên me Ferîde û Sayîd Muhemmedî Aştiyanî ye . Em nexwazin peyva Recm bînin ziman ji ber vê yekê em dibêjin diya me di xetereyikê mezinê de ye û pêwîstiya me ji alîkariya we hene.
Ji keremên xwe re alîkariya xwe kêm nekin ku diya me dîsa di nava me de bibe ! !
Ji bo rizgarkirina dayika me alîkarî bikin. Ji keremên xwe re daxwaz ji rêveberan bikin ku azadiya diya me bidin.
Divê diya me neyê kuştin !
Hûn dengê me dibihîsin ?
Ferîde û Sayîd Muhammedî Aştiyanî……….
Ger hûn ji dixwazin alîkariya Ferîde û Sayîd bikin, nameyekî binivîsin.
Ji bo nivîsandina nameyan : www.freesakineh.org