Polîtîk

Erdogan li gel dezgehên sivîl civiya

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, digel rêxistinên civaka sivîl (RCS) û serokên partî û parêzgehan  ên Herêma Başûrêrojhilat li Diyarbekirê civiya.

erdogan diyarbakırLi gor nûçeya CHAê, Erdogan di avahiya Rêveberiya Herêmê ya Rêk û pira de, digel nûner û berpirsên rêxitinên civaka sivîl û partiyên siyasî xwarina fitarê xwar.

Piştî fitarê, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe de ji RCS xwast piştgiryê bidin referanduma guherîna destûra bingehîn a 12 Îlonê.

Di wê civînê de, Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Bayram Bozyel, Serokê Baroya Diyarbekirê Mehmet Emin Aktar, Serokê Odeya Bazirganî a Diyarbekirê Galip Ensarioglu û gelek kesên din amade bûn.

(AKnews)

Back to top button