Ji Baydemîr îdîyayek mezin
Serokê Şaredariya Mezin a Amedê Osman Baydemîr daxuyakir ku ger roja 12 Îlonê de beşdarbûna referandûmê ji serî %50 bibe meşrûiyeta me namîne. Û ew tê wateya ku him BDP him jî şaredarên BDP temsîliyeta xalkê Kurd nakin.
Serokê BDPê Nijad Yaruk Serokê Şaredariya Mezin a Amedê Osman Baydemîr û Serokê Şaredariya Baxlarê Yuksel Baran serlêdana esnaf û dikandarên Toptancilar Sitesi kirin. Baydemir di axaftina xwe de banga boyqotkirina referandum kir.
Baydemîr da zanîn ku li aliyê rojavayê Tirkiye dibêjin Erê û Na . Dema ku em temaşayê herêma xwe û Diyarbekir dikin him boyqot û him jî erê hene. Ez hêvî dikim ku encamê referandumê ji bo her kesê bixêr be.Ez jî boyqot dikim û naçim ser sendoqê û bang ji hemwelatiyan dikim ku tevlî boyqotê bibin.
Serokê BDP ya bajarê Amed Nijad Yaruk jî got : heta 10- 15 roj deriyên me ji bo Hikumet vekiriye.Lê ne xema Hikumetêye.