Polîtîk

Heyeta BDP û DTK ber bi Silêmaniyê ve diçin

Hevserokên Kongraya Civata Demokratik ( DTK ) Ahmet Turk û Aysel Tugluk digel heyeta BDPê ber bi Kurdistana  başurê ve diçin. Heyet roja duşemmê jî hevdîtinek digel Serokkomarê Iraqê Celal Talabaniyê re  bikin.

Ahmet Turk û Aysel Tugluk hevdîtinên xwe yê berê jî digel Serokê Herêmê Kurdistanê birêz Mesud Barzanî re li ser diyarkirina Konferansana Neteweyî ya Kurd kirîbûn.Heyet îşev jî ji Stenbolê bi rêya balafirê biçine Hewlêr.

Heyet roja yekşemmê digel Serokkomarê Iraqê Celal Talabaniyê re bicivin û pişt re jî li Hewlêrê digel Arîkarê Serokê Partiya Demokrata Kurdistan Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinekî pêkbînin.

Di hevdîtinan de pirtirîn li ser agirbesta PKK û kombûna Konferansa Neteweyî ya Kurd de biaxifin.

Di heyetê de Ahmet Turk , Aysel Tugluk, Parlamentera BDP ya Batmanê Bengî Yildiz, Parlamentara BDP ya bajarê Mûşê Sirri Sakik,Nivîskar Altan Tan û Nûnera BDP ya Hewlêrê Ruşen Mahmutoglu amade bibin.

Back to top button