Cîhan

YNKê bersiva kurdên sosiyaldemokrat da

Ofîsa ragehandinê ya mela Bextiyar endamê polîbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bi daxuyanyekê bersiva grupa kurdên nav Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê da.

 Ofîsa ragehandina Bextiyar di daxuyaniya xwe dibêje ku ew kesên  bi navê grupa kurdên nav Partiya Sosoiyaldemokrata Swêdê dikarin bi tenê li ser navê xwe baxivin û daxuyanî husa pê de diçe:  Daxuyaniyên bi vî awayî ziyanê digihînin yekrêziya Kurdistaniya. Diviya bû wan birêzan daxaza civînekê ji bo diyaloga modetin bi birêz mela Bextiyar re kirbaye. Rexnejî girtibaye û pêniyarên xwe jî pêşkeş bikrana.

Weke tê zanîn berî heyamekî Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê nameyek ji serokatiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê re şand bû û tê de daxaz jê kir bû ku şandeyeka YNK-ê  bi serokatiya mela Bextiyar serdana Swêdê bike daku kurdên Swêdê teşwîq bike di hilbijartinên 19-ê îlonê yên parlament, civata wîlayetan û civata şarederiyan de bikin û dengê xwe bidin Partiya Sosiyaldemokrat.

Grupa kurdên nava Partiya Sosiyaldemokata Swêdê di beyanameyekê de li dijî helwestê Partiya Sosiyaldemokrata Swêdê derketin û ew daxaza Sosiyaldemokrata bi daxwazeke şaş wesif kir.

https://rojevakurd.com/cihan/5144-Grupeke-kurdan-dij-Sosiyaldemokrat-derketin.html

Balkêş e ?
Close
Back to top button