Polîtîk

Endamê polîtbûroya PDK: Referandum destpêkek başe

Endamê polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemed Mela Qadir diyar kir ku referanduma 12ê vê mehê destpêkek başe û guhertineke di destûra hertimî ya Tirkiyeyê de.

Mihemed Mela Qadir ji AKnewsê re wiha got, “Ew referanduma ku biryar e vê mehê li Tirkiyeyê û li ser guhertinên nav destrûra hertimî ya vî welatî bê pêkanîn pêngavek baş e û guhertineke di destûra Tirkiyeyê de”.

Mela Mihemed wiha pê de çû, “Bi nêrîna me ew referandum karek baş e, her çend guhertinên nav destûrê tev alî nîne, lê destpêkek baş e bo guhertinên di destûrê de û hinek guhertin têde ne ku baş in”.

Hêjayî gotinê ye ku Partiya Dad û Geşepêdan bi serokatiya Recep Tayyib Erdogan projeyasaya guhertina destûrê pêşkêşî parlamentoya Tirkiyeyê kir, piştî şirovekirinê 29 xalên projeyê hatin pejirandin û biryar hat dan ku 12ê vê mehê bi riya referandumû xelk biryara dawiyê li ser bide.

Back to top button