Civak
Zarokên Amedê
AMED
Zarok birçîne mezin nabin
Zarok nexweşin hekîm nabînin
Zarok nezanin tiştek nedîne
Zarok xerîbin welat jî nine
Zarok bê mafin mafê wan nîne
Zarok bê navin navê wan nîne
Zarok digirîn bav û dê nîne
Em tev zarok bûn em wa nabînin
Li ser nave zarokan em biryararan distînin …
Her roj hijmara zarokan li Amedê li ser kolanan zêde dibe. Zarokên li kolanan nexweş dikevin. Zarokê Amedê ji bo di derbarê aboriyê de arîkariyekî ji malbata xwe re bikin nîvê şêvê derdivin kolanên tarî, ew natirsin bi gomanin çi bê serê wan nizanin çi li pêşiya wan e.
Gelo berbirsiyarên bajarê Amede ne banga van zarokan seh nakin, rewşa wan nabînin? Ev zarok pêşeroja mene, jiyana mene. Yan jî bi awayek din kole û karkerê mene?
Amed Ramazan