Amerîkîya ji bo Kerkûkê serdana Barzanî kirin
Di vê civînê de, wezîrê pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mustefa, wezîrê navxwe Kerîm Şingalî û çend berpirsên din yên herêma Kurdistanê amade bûn.
Di kombunê de, bi taybetî behsa rewşa bajarê Kerkûkê jî hat kirin û balyozê Amerîka tekezî li ser wê yekê kir, ku Amerîka dê herdem alîkar û hevkara Iraqê û herêma Kurdistanê be û deverên dabirayî(Deverên ku Kurdistane lê îro bi îdarî ji derê Kurdistanê ne) jî biparêze.
Deverên dabirayî jî niha ne girêdayî rêvebirîya herêma kurdistanê ne û deverên Dîyala, Kerkûkê û Mûsilê ne û tê daxwazkirin, ku li gora madeya 140-ê ya destûra Iraqê, ew dever bikevin nav rêvebirîya herêma Kurdistanê de.
Serokê herêma Kurdistanê jî tekez kir, ku ew dê bi hêzên hevpeymanan re hevkar û alîkar bin û dê ser û malên hevwelatîyên deverên dabirrayîyên herêma Kurdistanê jî biparêzin.
Di vê dîdarê de biryar hat dan, ku komîteyek hevbeş ji bo çareserkirina pirs û arêşeyên vê dawîyê yên bajarê Kerkûkê bê damezrandin û gerek ev komîteya han, ji nûnerîya supayê Iraqê, nûnerîya supayê Amerîka û nûnerîya pêşmerge pêkhatî be.