Zarok bi şîr ê perwerdeyê nexweş ketin
Zarok bi “şîr”ê perwerdehê ketin
Li Tirkiyê wezareta perwerdeyê dest bi sepandineke nû kir û şîr li dibistanan beleş belavkir. Bi dehan zarok pişî şîrvexwerine rakirine nexwsxanan.
Wezareta Perwerdeya Milî a Tirkiyê, bi armanca, bila zarok her roj şîr vexwin û baş bêne xwedîkirin, li dibistanên serete beleş dest bi şîr belavkirinê kir. Di bergeha “bernameya şîrê dibistanê” de, îro (02/05/2012) li hemû dibistanên serete şîr dane zarokan. Li Sêwas û Amedê, zarok ji ber şîr vexwerinê nexweş ketin û rakirine nexweşxanan, xistine bin dermankirinê.
Hat îdia kirin ku zarok bi jehrê ketine. Gelek zarok bi zikêşê û vereşandinê ketine.
Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê Ömer Dînçer, ev nûçeyana derew derxistin û diyar kir, “dibe ku bedena zarokan li hemberî şîr dilzîz be, tê lêkolînkirin, em ê şîr belavkirinê bidomînin.”
Li Amedê li 4 dibistanên serete, di bergeha projeya wezareta perwerdeyê û wezareta çandinî, ajaldarî û zadê a Tirkiyê de, şîr hate belavkirin û 110 xwendekar bi nexweşiyê ketin û rakirine nexweşxanan.