Karîkatora “Makezagona nû” hêjayê dîtinê ye
Karîkatora “Makezagona nû” hêjayê dîtinê ye
Karîkatora Mamoste a di derbarê makezagona nû de, rastiya Tirkiyê radixîne ber çavan.
Tê zanîn, li Tirkiyê hîn makezagona darbekaran tê sepandin û 30 salin, bi dehan hikûmet hatin û çûn, lê ti car makezagoneke sivîl nehate nivisandin.
Di makezagona ku di sala 1982 an de, ji aliyê darbekeran ve hatibû amadekirin, her tiştî li ser têgeha “tirkîtî” yê dibîne û her kesî li tirkiyê kurd, ereb, çerkez, bosnak, laz… kî dibe bila bibe, herkesî “tirk” dihesibîne.
Û niqaşên li ser makezagona nû jî hîn berdewam e.
Gelê Kurd, dixwaze di makezagona nû de statûya xwe bibine û ji bo wê hewl dide.
– Li vî welatî hurmeta me ji hemû miletan re heye; Bi şertê xwe tirk bihesibînin……
– Li vî welatî hemû ziman wek hevin; bi şertê ku dibistan û perwerde tenê bi tirkî be….
– Em hîç feriq naxin nav ti ol û mezheban; Bi şertê ku tu tenê Misilman bî….