Cîhan

Îran xwe bona şer amade dike

 

Hat ragehandin ku Îranê, ji ber şerekî bê qewimandin, biryara 24 mîlyar dolarî tiştên hewcehî îthal kirinê girtiye.

Alîkarê Yekem yê Serokomarê Îranê Muhammed Riza Rahîmî, diyar kiriye ku wê ji bo welêt, di serî de hewcehiyên bingehîn bên stoqkirin, biryara ji derve 24 mîlyar dolar îthalatê girtine.  

Gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Fars, Îran wê qasî 20 qelem mal bikire û di serî de madeyên zadê û hewcehiyên bingeh bikire.

Di derbarê mijarê de, Alîkarê Wezîrê Bazirganî, Maden û Pişesaziyê Muhammed Elî Zagîmî daxuyand ku wê bi 10 mîlyar dolarî malên berxwarin ên bingeh û zadê, 12 mîlyar dolarî madeyên pişesaziyê û bi 2 mîlyar dolaran jî dermanan îthal bikin. 

Gelek parlementer û siyasetmedaran ev biryara rexne kirin.

Back to top button