Kultur

Zanîngeha Mêrdînê li Başûrê Kurdistanê ye

Ev şeş roj in, ku şandeyeka mezin a Zanîngeha Artuklu li herêma Kurdistanê ye û di destpêka serdana xwe de ya ber bi herêma Kurdista nê ve serdana parêzgeha Duhokê kir.
 
Ev şendeya han ji 28 kesan pêk tê û di vê serdana xwe de, serdana Zanîngeha Duhokê kirin û bi maweya 4 rojan li Zanîngeha Duhokê semînar pêk anîn û di van semîneran de, behsa geşkirina pêwendîyên zanyarî di navbera zanîngehan de hate kirin û li ser fermî kirina van pêwendiyan hate sekinandin.
 
Piştî Duhokê şanda mêvan serdana Hewlêr kir.
 
Xwendevanek ji Zanîngeha Artuklu daxuyaniyek  da PNA û got: Zanîngeha Duhokê gelek bi germî pêşwazîya me kir û em jî bi vê pêşwazîya germ gelek şad in û wek xwandevan me daxwazek heye û ew jî ew e, ku me mamostayek divê, ku di zimanê Kurdî de pispor be û bikaribe serpireştîya nameya Majester bike û em hêvîdar in, ku zankoya Duhokê daxwaza me pêk bihîne û mamostayekê ji me re berdest bike.
 
Xwendevan Serdar Ozturk berdewamiya axavtina xwe de got: Mamostayên ku niha serpireştîya nameyên me yên majester dikin, di derbarê zimanê Kurdî de ne pisporin û serokê zankoya Duhokê amadebûna xwe ji me re da nîşandan, da ku bi hemû şêweyekê alîkarîya me bike û piştevanîya pişka Kurdî ya zankoya Artuklu li Mêrdînê bike.

Back to top button