Polîtîk

Sincarî dibe berpirsê Îstixbarata Iraqê

Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê (HK) ya di Parlamentoya Iraqê de Mueyîd Teyîb ragihand ku Serokatiya Dezgeha îstixbarata Iraqê ji bo kurdan yekalî bûye.

Muayad Teyîb li ser vê mijarê ji AKnewsê re got, “Dabeşkirina meqamên ewlekariyê û para kurdan ya di wan meqaman de dê bi rêya civîna berpirsên bilind yên kurd û hikûmeta Iraqê bê pêkanîn. Paşî dê li parlamentoyê deng li ser bê dayîn. Tiştê ku niha aşkere bûye kurd yek ji wezaretên bergirî, navxwe û ewlekariyê niştîmanî wernagire lewra Dezgeha Sîxûriyê dê bikeve para kurdan.”

Teîb got, “Namzedê kurdan yê bo wê meqamê pêşkêşî serokwezîr hatiye kirin lê wek parlamento heta niha me hay ji navê wî namzedî nîne. Di karnameya civînên vê hefteyê yên parlamentoyê de navên namzedên meqamên ewlekariyê nîne, egera wê çendê heye bikeve civînên hefteya bê.”

Endamê Bloka Grûpên Kurdistanî Necîb Baleteyî jî di heman mijarê de got, “Meqama Serokatiya Dezgeha Sîxûriyê ji bo kurdan yekalî bûye lê hêj neyê zanîn ka kî dê wê meqamê werbigire.”

Pêştir di çend kanalên ragihandinê de hatibû belavkirin ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingarî ji bo Serokatiya Dezgeha Sîxûriyê hatiye destnîşankirin lê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Arif Teyfûr ji AKnewsê re gotibû:

“Heta niha bi awayekî resmî serokatiya Civata Wezîran ya Iraqê navê çi namzedekî bo meqamên ewlekariyê nedaye serokatiya parlamentoya Iraqê. Şingarî jî bi resmî jib o wergirtina yek ji meqamên ewlekariyê nehatiye namzedkirin.”

Back to top button