Sermayedarên Lubnanî berê xwe dane Kurdistanê
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li şandeyeke bilinda lubnanî ku ji Ednan Qesar wezîrê dewletê, serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyên Ereb, serokê Banqa Fransa, Fadî Ebud wezîrê geştuguzar (tûrîzim), Semîr Muqbil wezîrê berê, xanima yekem Muna Herawî xanima Elyas Herawî serokomarê berê yê Lubnanê û hejmarek ji xwediyên kompanya û karsaz û xwediyê Banqa Lubnanî pêkhat bû, kir.
Di hevdîtinê de, serok Barzanî bixêrhatina şandê kir û balkişand li ser wê yekê ku xelkê Kurdistanê hestekî taybetî beramber bi xelkê Lubnanê heye û hebûna karsazên Lubnanê li herêma Kurdistanê ku xwediyê şarezayiyeke mezin in, cihê dilxweşiyê ye û herêma Kurdistanê jî dikare sûd ji wê şarezayiyê werbigire û di dema derbasbûyî jî bi awayekî cidî di prosesa pêşxistina herêma Kurdistanê da beşdariyê kiriye.
Li beramber da şandeya nêvan silavên serokkomarê Lubnanê gihandin serok Barzanî û xweşhaliya xwe bi vê serdana bo herêma Kurdistanê derbirî. Wan behsa wê pêşketina ku di hemû waran de li herêma Kurdistanê hatine holê kir û balkişand li ser wê siruşta xweşika Kurdistanê ku li rûyê geştuguzariyê (tûrîzmê) ve dikare sûd jê bihête wergirtin û çend projeyeke geştiyarî jî têda encam bidin.
Şandeya lubnanî ragihand ku di nava van yek-du mehan de konsolxaneya giştî ya Komara Lubnanê li herêma Kurdistanê dihête vekirin û ji bo berev pêşbirina pêwendiyan jî bi taybetî di warê aborî, bazirganî û bankî de pêşniyara girêdana konferenseke taybet bi veberhênana li herêma Kurdistanê kir. Di vê çarçoveyê de serok Barzanî xweşhaliya xwe bi biryara hikûmeta Lubnanê ya vekirina konsolxaneyê li herêma Kurdistanê derbirî û amadehiya herêma Kurdistanê jî li pêşkêşkirina hêsankarî û alîkariya pêwîst nîşanda û daxwaz jî ji şandeyê kir ku silav û rêzên wî bigihîne serokkomarê Lubnanê