Zanîngeha Dîcle bû qada şer
Li Diyarbekir zanîngeha Dicle di navbera xwendewanan de şer derket. Şer di navbera du dîtinên cuda de derket. Grubek xwendevan li ser siyaseta PKK/BDPê ne û gruba din jî li ser siyaseta Hizbullah/HÜDA-PARê ne.
Bi awayek din şer dinava xwendevan BDPê û HÜDA-PARê de derketiye. Eve du rojin hevçûna van herdu grubên xwendevana berdewam e. Polis midexele dike. Parlementera Wanê Aysel Tugluk jî çû zanîngehê û di serê xwe de birîndar bû.
Wek tê zanîn salên 90 î de di navbera PKKê û Hizbulahê de şerek dijwar derket. Dewlet û dezgehên tarî wek Ergenekon û JITEMê ev şer geş dikiran û rêve dibiran. Di encam de bi sedan kurdên welatparêz jiyana xwe ji dest dan. Gelek kurdên hatîn kuştin ne li ser tu aliyekî ve bûn.
Îro di vê pêvajoyê de li Diyarbekir Zaningeha Dicle de di navbera xwendevanan de hevçûn heye. Ev dikare bibe cihê leyiztika hêzên tarî. Ev yek tirsekî dide xelkê herêmê.
Li vê derê berpirsiyariya mezin li ser milê BDPê û HÜDA-PARê ye. Nabe kesek yan jî aliyek astenga xebate demokratik de pêyeda bike. Herkes çelakiyên xwe de divê azad be.
Ev çiruska şer di nava xwendevanan de îşaretek ne başe. Sibehî dikare berfirehtir bibe. Cardin dikare bibe derfetek ji bo zemînê dezgehên tarî li Kurdistanê.
Rojevakurd/Diyarbekir