Polîtîk

Divê civaka navdewletî li hember pirsa Suriyeyê bi berpirsiyariya xwe rabe

 

Nêçîrvan  Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja sêşemiyê 09.04.2013ê li bajarê Hewlêrê pêşawazî li Astrid Harz sefîra Austiryayê ya Îraqê kir û di civînekê de tekîd li ser xurtkirina têkeliyên dualî hat kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê di axavtinekê de behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Baxdayê û kirîza siyasiya Îraqê kir û got ku, herêma Kurdistanê dixwaze di desthilat, hukimdarî, maf û wezîfeyan de digel hikûmeta Îraqê hevbeş be û divê Bexda li ser vî esasî digel Hewlêrê tevbigere. Barzanî got ku, hevbeşî kilîla çareserkirna  hemû pirsgirêkan e û hemû pirs weke madeya 140ê, budce, heqdestê kompaniyên neftê û pirsên din pê tên çareser kirin, lê hikûmeta Bexdayê herêma Kurdistanê bi hevbeş nizane.

Hikûmeta Kurdistanê hertim bo diyalog û danûstandinan ji bona çareserkirina hemû pirsan li gor destûrê amade ye û tu carî derfeta danûstandinê red nekiriye.

Her du aliyan tekîd li ser berfirehkirin û xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Austiryayê, di warê aborî û bazirganî de,  kir û di vî warî de sefîra Austiryayê ya Îraqê got ku, ew bi cidî kar dikin têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re pêşve bibin û di demeke nêzîk de konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Kurdistanê bi germî pêşwazî li pêngavên hikûmeta austiryayî kir û got ku, hikûmeta Kurdistanê amadye hemû hêsankarî û alîkariyan pêşkeş bike û deriyên herêma Kurdistanê li pêş kompaniyên austriyayî û welatên din yên ewropayî re vekirîne.

Rewşa Suriyeyê di civînê de hat gotûbêj kirin û her du aliyan dilgiraniya xwe li hember rewşa aloza Suriyeyê û rewşa mafê mirovî li wî welatî nişan da û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, bi berpirsiyariya xwe rabe çareyekê ji pirsa Suriyeyê re bibîne.
 

 

Back to top button