Zanîngeha Artukluyê a Mêrdînê Perwerdehiya Kurdî rawestand

Di navbera Zanîngeha Artuklu a Mêrdînê û Perwerdehiya Milî û YOKê (Saziya Bilind a Hînkariyê) de, di warê gîhandina mamosteyên ku dike dersên Kurdî bidin de nakokî derket. Ji ber vê, rêvebiriya zanîngehê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û eşkere anî ziman ku, rêvebiriya zanîngehê deraxî 10 roja perwerdehî rawestandiye û ger ku soza ku dabûn zanînghê neyê bicîhanîn, wana wê bi temamî ji vî karê gîhandina mamosteyên dersa Kurdî vekişin.

Ji bo ku di dibistanan de mamosteyên dersa Kurdî (Kurmancî û zazakî) bigîhîninê, di navbera YOK-Perwerdehiya Milî û Zanîngeha Artukluyê de protokol hatibû çêkirin. Li gorî wê protokolê, ezmûn hatin kirin û nêzika 3 hezar kes beşdarî ezmûnê bû ku karibin bibine mamosteyên dersa Kurdî. Di nav nêzika 3 hezar kesî de, 500 kesên ku herî zêde puan girtibûn, ev mafa bidestxistin. Ji wan têne 500 kes, 250 ji bo perwerdehiya yekem, 250 jî, ji bo perwerdehiya duyem hatin hilbijartin.

Gellek gellekê ku ezmûn qezenç kirin, ji bajarên hundirê welêt yên cuda cuda hatin û li Mêrdînê bicîh bûn. Gellekê wan kar û barên xwe berdan û çûne Mêrdînê. Heta ji derveyî welêt jî gellek kes ji bo vê perwerdehiyê li Mêrdînê tenê an bi malbatên xwe re bi cîh bûn.

Ancax biryar ji Zanîngeha Artukluyê re hatiye şandin ku, kontenjana 500 kesî, wana daxistiye 250 kesan. Dîsa biryar hatiye girtin ku, formasyona kesên ku perwrdehiya dersa Kurdî dibînin, wê neyê peşirandin.

Li ser vê, Rêvebiriya Zanîngeha Artukluyê nerazîbûna xwe nîşan da û di daxuyaniya nivîskî de eşkere îlan kir ku, ger kontenjan dakeve jêr 500 kesî û formasyona wan jî neyê pejirandin, wana bi temamî wê ji vê perwerdehiyê xwe vekişînin.

Ev bûyerana jî rastiyê radixîne ber çavan ku, di warê bi zimanê zikmakî de perwerdehiya bi Kurdî, di salên pêş de bên kirin, ti amadekariyên dewletê tinene. Gavên heyî jî, bi awakî dixwazin asteng bikin.    

Nerîna min :