Polîtîk

"Em amadene ku piştgiriyê bidine pêvajoya Oslo'yê"

Ji Kurdistana Başûr, ji bo pêvajoya Oslo’yê a ku muhtemele careke din di navbera rayedarên PKKê û rayedarên dewleta Tirkiyê de destpê bike, piştgirî hat. Serokwezîrê Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî, di daxuyaniya xwe de îfade kir ku, wana amadene ku piştgiriya pêvajoya Oslo’yê bikin. 

Daxuyaniya Nêçirvan Barzanî wiha ye: “Daxuyaniyên Erdogan, di nav gelê Kurd de hêviyeke nû a ku karibe aşîtiyê bîne û xwîna ku dirijê rawestîne peyda kirin. Ji bo ku pêvajo zirarê nebîne, pêwiste PKK êrîşên xwe rawestîne û ber bi bêçekbûnê ve biçe. BDP jî pêwiste li herêmê, xwe dûra kampanyayên li dijî Erdogan û  AKPê bigre, em vê hêvî dikin. Ger van gavana bên avêtin, hikumet jî wê şert û mercên Ocalan sererast bike û ji bo girtiyên KCKê  jî wê careke din pêvajoyê binirxîne.” 

“Haja me ji hemû hevdîtinên Osloyê yên ku nîvçe man hebû. Ji bo çareseriyê me piştgirî da ev hevdîtina. Îro jî, ji bo çareseriyê em amadene ku çi bikeve ser milên me bicîh bînin. Çimkî em bawer dikin ku, ev pirsgirêka ne pirsgirêkeke leşkerî û çekdarî ye, pirsgirêkeke siyasî ye.”

“Di pêvajoya hevdîtinan de ger êrîşên PKKê  û operasyonên dewletê neyên rawestandin, wê zirarê bide diyalog û pêvajoyê. Di heyamên berê de jî zirar dabû pêvajoyê. Di heyama nû de ger di makezagonê de çareseriyek pêk were, ev ji bo hikumet û serokwezîr Erdogan, wê bibe serkeftineke dîrokî. Baweriya min ev e ku, di kongreya mezin a AKPê de Erdogan, di derbarê pirsgirêka Kurd de ji bo çareseriyê pêvajoyeke nû bide destpêkirin.” 

Back to top button