Pirsa kurd di navbera kurdan û îdeolojiya fermî de ye

 

Hevpeyvînek taybet li gel Ahmed Salih Dal parlementerê Kilîsê.  Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidîn Zinar li ser çareseriya Pirsgirêka Kurd pirsî, parlementerêKilîsê rêzdar Ahmed Salih Dal jî bersiv da. Kerembikin hevpeyvîna Zeynelabidîn li jêrê ye:

Hevpeyvîn li ser pirsgirêka kurd bi parlementerên Tirkiyê re

Roja Pêncê Gulana 2012an, ez bi xûta hevpeyvîna bi çend parlemanên Kurd ên AK Partiyê re, çûbûm Enqerê. Piştî ku ez pêrgê dostên xwe parlemanê Êlihê (Batman) rêzdar Zîwer Ozdemîr û parlemanê Diyarbekirê rêzdar Galib Ensarîoglu bûm, min fêm kir ku ne tenê parlemanên Kurd, lê hin parlemanên ne Kurd jî hene ku serê xwe bi pirsgirêka Kurd re diêşînin. Di çar rojan de jimara parleman û du-sê wezîrên ku min hevpeyvîn bi wan re çêkirin an wê çêbibin geha 38an. 

Bi giştî 22 pirsên me, ji parlamanan hatine pirsîn. Hinek ji wan ez rasterast bi wan re peyivîme û min dengê wan qeyd kiriye, hinek jî ji ber ku ne li Enqerê bûn, me pirsên xwe bi riya sekreter û muşawirên wan gehandiye destên wan. 

Lê çend parlemanên Kurd ku bersiva wan bi zimanê kurdî zehmet bû herweha hinekên Tirk jî ku pirs ji wan re hatine hinartin, pirsên me jî, bersivên wan jî, bi zimanê tirkî çêbûne. 

Yek ji wan, parlemanê AK Partiyê ku bi zimanê tirkî bersiva pirsên me bi zimanê tirkî daye û bi riya e-mailê bo min hinartiye, parlemanê bajarê Kilîsê rêzdar Ahmed Salih Dal e. Min kariye roja 11. 09. 2012 wergerînim zimanê kurdî û pêşkêşê Raya Giştî ya Kurd bikim. 


Zeynelabidîn Zinar/Rojevakurd 

[email protected] 



Zeynelabidîn Zinar: Rêzdar  Ahmed Salih Dal hûn dikarin xwe bidin naskirin?


 

Ahmed Salih Dal  Parlemanê Kilîsê: Ez parlemanê Kilîsê yê dewra 24an im. Min li Zanîngeha Ezhera Misrê beşa hiqûsa Îslamî xwendiye.


Pirsa Kurd li Tirkiyê pirseke sereke ye. Gelo hûn vê çewa dibînin?

Çewa ku hûn jî dizanin, Parlemana Tirkiyê Komisyona Hevgehandinê ya Zagona Bingehîn digel TEPAVê di van rojîn bihurî de, li yazdeh parêzgehan, li ser Zagona Bingehîn a Nû ji bo ku dîtina xelkê bipirse, hin civîn bi navê Tirkiye Dipeyive” dabû çêkirin û pirs bi hin forman jî ji hemwelatiyan hatibûne kirin, ew pirs jî giringtirîn pirs bûne.

Li parêzgehên Rojhilatê (Bakûrê Kurdistanê) pirsên herî girîng piştî edalet û wekhevîtiyê, pirsgirêka Kurd û ya terorê bû. Li bajarên Rojavayê jî, pirsgirêk a bêkarî û perwerdehiyê bûye. 

Xelkekî wisa berfireh ku bibêje ango pirsgirêka min heye, helbet mirov nikare ji ber çavan bide alî. Lê belê ev yek pir girîng e ku nava van pirsgirîkan dê bi çi argumanan bête dagirtin. 

Eger em bi awayekî zelal bibêjin, dikarim weha bêjim: Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke Tirkiyeyê ye. Zêdetir demokrasî û hemû aliyan bi nêzîkahiyeke adil û xweşjiyan rewşa hemwelatiyan bête çareserkirin. Bi kurtasî, ev pirsgirêk a demokratîkbûnê ye. Ev pirsgirên ne di navbera hemwelatiyên Kurd û hemwelatiyên Tirk de ye, lê pirsgirêkek e ku di navbera Kurdan û îdeolojiya fermî de ye. Piştî ku mesele ev e, îcar divê Pirsgirêka Kurd û pirsa terorê, bi hev re neyên nirxandin. 


Li gor baweriya we, dê Hukûmeta AK Partîyê Pirsa Kurd çewa çareser bike?

Helbet bi Zagoneke Bingehîn a demokratik û bi mejiyekî nû dibe. Yanî bi zêdetir hiqûq, bi zêdetir demokrasî û bi zêdetir pêşketinê dibe. 

Lê eger ev jî neyê gotin divê em derbas nebin:  Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke mezin û têkel e. Ev pirsgirêk jî, divê wek pirsgirêk bête pejirandin û ji bo çareseriya wê jî ketina rê çêbibe û heta çareser bibe jî gavine girîng dê bêtin avêtin. 

Ji roja ku ev pirsgirêk derketiye holê û heta niha, wek desthelatiya niha tu desthilatiyeke din bi qerar dest pê nekiriye. Ji serî ve divê em vê rojê jî bibînin. Helbet ev pirsgirêka ku reha wê digîje bi sedan sal berê, şareseriya wê di nava çend salan de û bi avêtina çend gavan ne mikun e; lê ev kar devera ku biçê jî, êdî nemaye. Eger ev pirsgirêk di vê demê de û bi van mercan ku bi vê desthelatiyê neyê çareserkirin, êdî wê têkeve rewşeke wisan ku bi tu rengî êdî wê neyê çareserkirin. Ji ber hindê ji serî ve siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, saziyên civakî yên sivîl, yanî hemî aliyên ku berpirsyarî dikeve ser milên wan, divê li berpirsyariya xwe varqilin û li wê gorê jî tevbigerin.

Divê em vê yekî jî rind bizanin ku ji wan pirsgirêkên di navbera malbatan de ta şerên di navbera welatan de çareseriya pirsgirêk hemû pirsgirêkan, bi têkelî û guftûgoyan çêdibe. Ji bil vê heta niha jî li dinyayê tiştek dî nehatiye dîtin. Ew rewşên hevşikandinê, herweha pêvajoya rewşên berjêr û serjoriyê, divê ew ji bo çareserî û vîna wê re nebin asteng. Li ser vê yekê dîtina min ev e.


– Heta çi redeyê haya we jê heye ku pirsa kurd di medyaya kurdî de bi çi rengî tê gotubêjkirin?

– Bê ku medyaya Tirkî û medyaya Kurdî ji hev bêtin cudakirin, yê ku vê pirsgirêkê bo xwe kiriye derd û dibe alîkar, bi dîqat ji her kesî û ji her xameyê re vekirîme.

– Pêwendiyên we bi parlamenterên BDPê re çewa ye? (Eger baş be) gelo hûn bi hev re Pirsgirêka Kurd gotubêj dikin?

– Hemû hevalên me yên ku bi dengê xelkê hatine Parlemanê re, em ji bo pirsgirêkên welêt pê re hevdîtin dikin, dipeyivin û babet in jî ku em bi wan re danûstendin bikin. Helbet çewa em bi peyrewên partiyên dî re têkelî dikin, em bi parlemanên BDPê re jî hem li ser vê pirsgirêkê, hem wekî din pirsgirêkên welêt, dem bi dem hevdîtin dikin.


 

Ahmet Salih Dal di parlementoyê de diaxive


Kurd ne tenê li Tirkiyê hene. Li gor baweriya we, ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê, divê Kurd wek milet çi bike?

 – Di roja me ya îroyîn de, divê bête pejirandin ku ji meriv jî zêdetir xelk, grûb û civatên dî jî hene, divê rêz li maf û hiqûqa wan jî bête girtin, ew tiştê ku mirov ji bo xwe dixwaze divê bo wan jî bête xwestin, ji bo çûnûhatinê divê deriyê mirov ji hev re vekirî be, divê mirov bawer bike çendî ku dijbertî hebe jî lê divê şer û hevjenîn nebe û derfetên jiyana digel êk hebe, divê parastina mafê mirovan û ya demokrasî û serkeftina hiqûqê hebe, divê têgehandineke evrenselî ku li serê hevbanîn jiyanê çêbûbe di îro de bêtin misogerkirin.

Lê ne tenê xelkê Kurd, hemî civakên li dinyayê divê ev xala liheverqilandinê bibînin û ji tecrûbeya Osmaniyan sûd werbigirin, jixwe malbata dinyaya medenî dike hedef ku bigîje vê yekê. 

Jixwe ne mikun e ku ku mirov civatên pirnijadî, pirçînayetî, pirzimanî, pirçandî, pir ol û mezhebî têxe çarçobeyeke teng a sînorkirî û tê de biguvêşe. Divê em vê yekê rind di mejiyê xwe de jî bi cih bikin. 

Ji bo avakirina civateke pirrengî, pirdengî, jiyaneke pirdengî, bê ku dengê digeran bête tepisandin, divê em tiştan biafirînin, vê yekê bo xwe bikin stratejî, herweha divê em bînin rewşa mentiqeke nijadmendî, ji hemû dinyayê re jî bibe wekî din û ji bil ku em avê ji bo aşê kesekî bikişînin, divê em ji cudatî û yektîptîtîyê derbas nebin. 


Li gor we, divê destûra nû ya Tirkiyê, ji bo çareseriya pirsa kurd çewan be? 

Di Zagona Nû de tenê ne çareseriya pirsgirêka Kurd, lê wek pêdivî ji bo ku bersiva temamiya Tirkiyê di demokratîkbûnê de bide, herweha ji bo bersiv bide zihniyet û guhartinan jî, û girêdana van guhertinan bi prensîban ve, girîng e. Bi vî rengê hanê lêmêzekirineke giştî dema em nêzê gelşan bibin, jixwe pirsgirêka Kurd jî û ya Elewiyan jî, wek pirsgirêkên bawermendiya me, gelşên me yên dîtir jî em ê têkevin riya çareseriyê.

Çareseriya Pirsgirêka Kurd, wek meseleyên me yên bingehîn ên din, di vê pêvajoyê de û di vê demê de bi pingaveke kurt, orte û dirêj de û di nava berfirehiyan de dê bête şareserkirin. Lê di dema têketina çareserkirina demê de, divê demsala bewerîyê jî bête afirandin û ji bo vê pêvajoyê jî divê domandin bête qezenckirin, ev hawe bi serê xwe meseleyeke girîng e. Ji ber hindê mêzekirina li pirsgirêkan ger tenê lêmêzekirina pirsgirêka Kurd be, em gavine rasteqîne navêjin. 


Li gor baweriya we, wê statuya kurdan bi çi rengî di destûra nû ya Tirkiyê de cih bigire? 

Zagoneke nû ji bo ku demokratî, pirdengî, sivîl, azadixwaz be, ji bo grûbên weke Kurd, Tirk û wekî din ku hemî hindikayîyên din jî tê de, ji bo ku ew ji aliyê hemû hemwelatiyan ve rewa bête dîtin, divê tê de cudatiya nijadî, olî û çandî bi tu rengî cih nebînin. Lê divê civat bi awayê xwe yê xwezayî bête nasîn û çandên cuda, bawerî û nasnameyên nijadî herweha parastina hebûna wan, berfirehiya wan û rakirina astengiyên li pêşiya wan bi “hemwelatî”bûnê misoger bibe û cih bête dayîn.

Hemwelatîbûn ji bo reha nijada her kesî, bawermendiyên olî, zayend, dîtina siyasî yan jî ji bo sedemekî din dema ku tuşê cudabûnê bibe, bi awayekî misoger mafê wekhevîtî, berpirsyartî, ji nû ve bête nasandin. Di vê babetê de dîtina mutabeqateke gelek mezin, rewşeke hiskirinê ye. Li Tirkiyê cara pêşî ye xwegehandina xelkê, xwegehandina her bajaran, ya hemû rêxistinên civakên sivîl, ji bo wergirtina dîtina zanîngehan, her kesê ku dibêje “dîtineka min jî ji bo zagona nû heye” û dengê wî tê ragîhandin, bi van hawayan pêvajoyek tê ajotin.


 

Ahmet Salih Dal Kilîsê


Eve 9-10 sal in ku AK-Partî li desthelatiyê ye. Li gor we  heta niha çi tiştê pêwist ji bo Kurdan kiriye? 

Niha divê em ji serî ve qebûl bikin ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ku me ji devera ku dest pê kiriye, bê virde-wirde em pir bi pêş ve çûne. Ew kes û aliyên ku dibêjin ango naveroka vekirina demokratîk vala ye û hertik jî ku di rojevê de radigirin, ger ne ji qestî dikin, ew ji têgehiştina rastiyên welêt li devereke dûr in. Berî her tiştî bi xêra pêvajoya vê vekirinê, ew dîtinên ku “ji wan nayê xeberdan, nayê nîqaşkirin” û qada lêmêzekirina dewletê bi tescîl hatiye guhartin û derheq pirsgirêka Kurd de her babet ji siyasetê re vebûye. 

Ew tiştên ku PKK wek propaganda bi kar tîne û palvedana bi terorê kiryarên ku dixwaze bike, hema bêje hemû ji holê hatine rakirin. Înkara nasnameya Kurd ne babetê peyvê ye, her kes zimanê xwe, çanda xwe di jiyana rojane de li hemû deverên Tirkiyê bi hêsanî bi kara tîne. Herweha bi zimanê zikmakî çi nivîskî, çi bi weşana dîtinê, bi her awayî serbest e, çewa ku em tev dizanin gelek xizmetguzarî ji bo zimanê zikmakî jî hatine dayîn. Helbet evên hanê ne qencî ne; mafên mirovî yên bingehîn in, lê divê bi paş guh neyên avêtin ku ev serkeftina iradeyeke siyasî ye.


Lê eger ev pirsgirêka Kurd çareser bibe, hûn  pêşeroja Tirkiyê çewa dinirxînin?

Me hedef kiriye ku rêzgirtina li hêjayîyên mirovî yên hevbeş, li cudahiyan, azadiya di bingeha rêzgirtinê de, demokratî, aştî û wekhevîtî li Tirkiyeya nû serdest bibe. Hingê pirsgirêka Kurd jî bi awayekî wisa pênêz dema têkeve rewacê, bi zêdetirîn xalekê heq werdigire. Hinhê di vê babetê de êdî nayê gotin ku gelşên Tirkiyê hene. 

Tirkiye niha ji ber pirsgirêka Kurd, di şeveriyekê de ye. Îro ji vê piresgirêk û ji vê pêvajoyê, em dikarin behsa du hilbijarteyan bikin: Tirkiye hema bêje sedsaleka xwe bi vê pirsgirêkê bihurand, îcar yan wê bi awayekî demokratîkî çareser bike yan jî wê hemû umîdên xwe biqedîne û weke ku to deyne ser nanê hin aliyên hundur û derva ku dixwazin em bi xwe bêtin pişaftin. 


Sîstema demokrasiyê pir xweş e. Gelo heta pirsa kurd çareser nebe, hûn bawer dikin ku wê demokrasiyeke rasteqîne li Tirkiye têkeve jiyanê?

– Bersiva wê berevajî ger bidim,  li Tirkiyê demokratîtî, bingeha wekhevîtîyê, mafê mirovan û azadiyên wan ku di serê pêşî yê sîstemekê de be, bi wateya xwe ya temamî ku bikeve jiyanê, hingê em behsa pirsgirêkekê bi navê Pirsgirêka Kurd nakin. Nıha em bi qerarbûneke mezin, berxwedana vê yekê dikin.


Li gor dîtina we, wê doza Ergenekon û Balyozê heta kuderê here?

– Çewa ku tê zanîn, doza Ergenekon û Balyozê, li pêşber hikûmeta sivîl wek zincîra emr û komutayê hatiye bikaranîn û li ser îdeayeke rabûnê bi haziriyeke temamî û beşek jê bûye. Ev yek jî sparteya derbeya 28ê Sibatê ye. Heta kirdeyên eslî neyên zextkirin, bingeha çeteyên Ergenekon û Balyozê nayê fêmkirin û hem jî doza wan li ser bingeheke rewa nayê danîn. Heta yên serkêşiyê dikin ku berdest nebin, ew kesên ku ji bo doza Ergenekon û Balyozê têne dadgehkirin, wijdan tetmîn nabe. Heta ku hin kesên di van dozan de têne dadgehkirin gotine “va ye em li virê ne, yên din li kurê ne?.”

Ji bo ku derbeya 28ê Sibatê were dadgehkirin, girêdayê vekirina riya dadgehkirina 12ê Êlûnê ye. Ji ber ku ev derbeya leşkerî, dîsa bi fermana qumandariya zincîrtiyê di binê sîwana zagona 12 Êlûnê de hatiye bikaranîn.

Ji ber hindê dengdana 12ê Êlûna 2011an, giringiya wê ya dîrokî bi awayekî pir cidî hatiye hilavêtin û ji bo hesab ji yên ku qesda demokrasiya parlemantiyê kirine pirs ji wan bête pirsîn. Ev ji aliyê hem hiqûqî hem siyasî ve riya dewreke nû ya dîrokî vedike û em bêgav in ku wisan jî bibînin. 

Ev dozên hanê heta kurê û çi demê têne domandin, pirsgirêka dadgehên serbixwe ye. Lê heta kurê ku hatine domandin, daxwaza me ev e ku lêpirsîn hetanî ziraviya herî kêm bête domandin. 


Tê gotin ku Ergenekona Kurdan jî heye. Hûn di vê derbarê de dikarin çi bêjin?

Cudakirina Ergenekona Kurd û ya Tirk, ev kêmasî ye. Ergenekonê di nava dewletê de hêlîna xwe çêkiriye, û hin aliyan jî ev nav li xwe kirine. Kiryarên Ergenekonê kiryarên xwe li aliyê din ê Firatî, bi gumaneke mezin bi PKKê aniye cih û dema ku em rind dixwînin em dibînin ku PKK jî xwe xistiye binê perdeya tevgera Kurd. 

Helbet rêxistina Ergenekonê ne tenê yek e, ev şax bi hevûdud ve girêdayê bi pir şaxên cuda ve ye. Eger Ergenekona Kurd jî hebe, ew şax jî PKK ye ku plan, şifre û kûrahiyên xwe dide domandin.


– Tê gotin ku wê AK-Partî, partiyeke kurdî a muhafazakar ava bike? Ev yek çiqas rast e?

– Ev mesela ku tê gotin ango partiyeke Kurd a nû, wek alternatîf li dij BDPê wê derkeve, berpirsekî BDPê gotiye ku AK Partî wê di nava xwe de partiyeke Kurd derxîne û bike muxateb.

Partiya me (AK Parti), hemû partiyên ku di stratejiya plana nû de bi riyên demokratîk hatibin Parlemanê û ku hefsarê wê ne bi destê Îmralî û Qendîlê be, muxateb digire. 

Halbûkî AK Partî li Tirkiyê dengdana herî zêde ji hemwelatiyên Kurd wergirtiye û li hemû herêman jî bûye partiya yekemîn, ji ber hindê afirandina projeyeke wisan tune. Pirsgirêk ya wan kesan e ku ew xwe berpirsê Kurdan dibînin. 


– Ji bo çareseriya Pirsa Kurd Serokwezîr stratejiyeke nû eşkere kiriye. Hûn vê yekê çewa dinirxînin? 

– Pêşî dixwazim vê yekê bibêjim: Çareseriya Pirsgirêka Kurd ku hatiye vê pêngavê, ji bil lîderekî wek Erdogan û fîgûreke siyasî, kesê ku çareser bike nîne. Ji ber ku li pişt wî hem bawerî û hem destekeke pir a xelkê heye.

Berxwedana li dij PKKê û stratejiya bingehîn a ji bo  çareseriya Pirsgirêka Kurd li vê devera ku gehayê, dikarim weha kurteber bikim: 

1- Di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de, ji bil riya siyasî, itbar bi tu riyeke din nayê kirin û nayê bikaranîn.

2- Li Imraliyê Ocan û li Qendîlê yan li Ewrûpayê PKK wek muxateb nayê girtin û ji dewrê tê derxistin.

3- Hemwelatiyên me yên Kurd ku li Başûrê Rojhilat û li herêmên din ku dijîn, wê ji zexta PKK û KCKê bêtin rizgarkirin.

4- Bi vê xûta hanê, wê rasterast xelk bibe muxateb û wê lêgerîna li çareserîyê, bi riyên siyaseta sivîl bête kirin.

5- Devera çareseriyê ji bilî parlemanê, devereke din nayê pejirandin; yên ku hefsarê wan ne bi Îmralî û Qendîlê ve girêya be, eger bi riyên demokratîkî hatibin hilbijartin û ketibin parlemanê, partiyeke ku insiyatifa xwe ya siyasî karibe bi kar bîne, pê re dê muxatebî jî bête kirin.

6- Heta ku PKK çalakiyên çekdarî bidomîne, wê çalakiyên çekdarî (yên dewletê) jî bidomînin.

7- Eger careke din hevdîtin bi PKKê re bête kirin jî, divê dest ji çek berdabe. 

8- Dema PKKê çekên xwe teslîmê Tirkiyê kir, hingê rewşa kesên ku berpirsyariya wan nebe, dê rewşeke dadgehî ya pêdivî têkeve rewacê.

9- Yanî di Zagona Bingehîn a Nû de, nasnameya Kurd û xwedmuxtarî (ozerklik) cih nagirin. Yanî di Zagona Bingehîn a Nû de mafê mirovîn û hemwelatî li pêşber zagonan dê bi awayê wekhevîtî wek bingeh bête girtin.

10- Wê îdareyên herêmî bi awayekî xurt bêtin sererastkirin. Wê li gor hiqûqa Navnetewî dîtin û bingeh bêtin bikaranîn.


 

Ahmet Salih Dal li gel hevbajariyên xwe


– Heta PKK dest ji çek bernede û operasyon ranewestin, dê çewa Pirsa Kurd li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin?

Înkar li Tirkiyê qediyaye. Ka wê çi li şûna wê bite danîn jî, ne çek û şidet, lê muzakere û têkelî dêvê bêtin kirin. Reva ji vê pêvajoya nû, herweha bivirkirina vê pêvajoya nû, israrkirina di çekan de, li temamiya herêmê  û li ba hemû xelkên li herêmê xirakirin e. Em nafikirin ku pirsa PKKê û pirsgirêka Kurdan bikin yek.  Wê berxwedana bi terorê re bête domandin û muzakere jî bi yên ku çareserî dixwazin re bête kirin.


– Ev pêwendiyên erênî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, li Tirkiyê dê çi bandor li çareseriya Pirsa Kurd bikin? 

Ev yek hem di layê Tirkiye û Îraqê de, hem jî di layê Kurdên Tirkiyê de ye, hem jî ji bo aramiya herêmê ye û siyaseta ji bo çareseriyê jî wê destek bike. Niha têkiliyeke ku pir tengasî û sergêjiyan kêşaye, li pêşberê me ye.

Tirkiye ji mezhebcîtiya ku bi Malikî (serokwezîrê Îraqê) derketiye holê nerihet e û dixwaze vî bergê xwîndar ê li Sûriyê jî bide rawestandin. “Em mecbûr in ku pirsgirêka Kurd çareser bikin” û em dibêjin ku “dema çek gehate dawiyê.” Em demokratikbûnê dixwazin. Ha di van xalan de Tirkiye û Kurdên Îraqê hemfikir in. Ev lihevbanîna hewqas fireh û bi têgeh, berê nebû.

Berzanî herweha li ser Kurdên Sûriyê jî bi awayekê girîng tîna xwe heye û ji vê rewşa Sûriyê ya niha jî nerihet e û li pêşber rejimên dîktator û cewrkar, bi Tirkiyê re xwediyê eynî dîtinê ye. Wekî din jî, lihevbanîna herdu aliyan, ne wek alîgirê Sunî-Şîa tê dîtin, ne jî wek dengeya pirsgirêka Kurd-Tirk- Ereb tê dîtin. Tam bi vajiyê vî, lihevbanîneke berfireh a ku her kesî digire nava xwe daxistiye holê. Ev yeka hanê, ji bo aramiya herêmê, ji bo pêşeroja herêmê, erênîyeke bêdawîn e. 


– Tirkiye çiqas nêzê Yekîtiya Ewrûpayê bûye?

– Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê bi hev re dê pir tişt qezenc bikin. Pêvajoya gehandina Tirkiye ya Yekîtiya Ewrûpayê, wê di hevbanîn û têkeliyan de pir tişt qezenc bike. Pêvajoya gehandinê, peyitandiye ku reformên Tirkiyê lezgîn bûne û tîna xwe jî nîşandane, herweha bûne hêza xizmetkirinê jî. Îro Tikiye bi xêra vê van pêvajoyan, li gor deh salên berê zêdetir bûye welatekî demokrat. 

Ez umîd dikim ku lihevbanîna babeta Tirkiyê û tebahiya normên Yekîtiya Ewrûpayê, wê bêne domandin. Lihevbanêna ku di sawiyeke zêde de tenê ne ji bo parastina hemwelatiyên ku beranînê (orun elde etme) dikin e, herweha di eynî demê de heta ku ew navenda siyasî dest dide jî, ji bo beşdariya pê re xazdarkirina bipêşxistina guftûgoyan e. 


Kurdên Kurdistana Îraq û Sûriyê, berê tev hemwelatiyên Imperatoriya Osmanî bûne. Sedemekî ku îro ew û Tirkiyeya Komarî ji hev dûr bimînin çi ye?

– Di mêjûya Osmaniyan de, eger em çend salên wê ên dawîn nehesibînin, nijadperestiyeke ku em wê bigirin ber çav çênebûye. Di Sedsala 19an de tebayên Osmanî, xwe li ser bingeheke olî didane nasîn. Kurdan jî xwe ji “kurdbûyîn”ê zêdetir  wek “bisilman” didane xuyakirin. Lê belê di 1909an de ew derbeya JonTirkan a li pêşber Siltan Evdilhemîd, piştre jî ku desthelatiyê wergirtin, (Kurd) ji kadirên nijadperest nerihet bûne. Lê dîsa jî ew bêhuzûrî, venegeriya serhildanan û Kurdan durustiya xwe ji bo Osmanîyê dane domandin. 

Durustiya Kurdan ji bo Osmaniyan ji 1912 heta 1918yan ku ew salên xwîndar dihatin domandin, nîşana vê yekê ye. Kurd di van şeran de li ser navê Osmaniya ku zimanê wê yê fermî tirkî bû şer kirine.

Lê belê em îro di dinyayeke din de dijîn. Siyaseta welêt û ya dinyayê ketiye nava hevûdu. Ev pir tenê ku ji aliyê Kurdan ve bête bersivdan, ne mimkun e. Binerin li van welatên ku nasnameyên cuda lê hene, ew welat hêjî pirsgirêka nasnameyan bi temanî çareser nekirine. Dewletên nûjen yên netewî, pirsgirêka gêtiyê, polîtîkaya aramiyê û wek emperyalîzma nûjen… ji van babetan re sernavine binkî hene.


Zeynelabidîn Zinar: Spas ji bo bersiva cenabê te.

Ahmed Salih Dal  Parlemanê Kilîsê: Ez jî spas dikim…







 

Nerîna min :