Zanayên ola îslamê alayê Kurdistanê parast
Serokê Yekêtiya zanayên ola îslamê li herêma Kurdistanê biraya daxistina alayê Kurdistanê li devera Xaneqînê şermezar kir û bi biryareke şoven wesif kir.
Mela Ebdula mela Seyîd serokê Yekêtiya Zanayên Ola Îslamê di daxuyanyekê de malpera Zanayan got:
– Em wê birayara Nûrî Malikî serokwezîrê Îraqê ya daxistina alayê Kurdistanê li ser saziyên hikûmetê li Xaneqînê şermezar dikin. Ew biryar hewildane bo zêdetir kûrkirina pirsgirêkan û herwesa berdewam bûne li ser siyaseta erebkirina deverên kurdan li wîlayeta Diyalayê û deverên din.
Navborî got ku ew biryar dirêjepêdana her eynî siyaseta erebên şoven e:
– Em weke Yekêtiya zanayên ola Îslamê li herêma Kurdistanê alayê Kurdistanê pîroz radigirin û daxazê ji hevwelatiyan dikin rêz û hurmeta alayê xwe bigirin.
Mela Ebdıla got ku pşwiste bıryarşn bı vi awayi bıbe sedemş zşdetır lıhevnşzikbğn ğ pşükvejıyani lı herşma Kurdıstanê.