Milet destûrek sivîl dixwaz e
Sendîka Memuran Memur-Sen li Tirkiye û Kurdistanê li 81 bajarî lêpirsînek gelek berfireh pêkanî. Armanca lêpirsînê ew bû ku, ka gelo xelk di derbarê destûrek nû de çi dibêjin. Dîtinên xelkê çine. Lêpirsîn li gel 50.000 kesî hate kirin.
Hinek encamên vê lêpirsînê evin:
Ji % 63.3 ji xelkê dixwaze ku ev parlementoya ku hilbijartinên 12-ê Hezîrana 2011ê hatî hilbijartin vê destûrê amade bike û erê bike.
Ji % 64 dixwazin destûra nû kurt û bi naverok be.
Ji % 56.2 naxwazin ku ev destûrek îdeolojik be yanî bila cih nedê tu îdeolojiyekî.
Ji % 77.9 dixwaze ku di destur ji nasnama etniqi bête şuştin û tu etnîk di nav de neyên cih kirin.
Ji % 95.4 dixwaze destûr li himber tebeqeyên civakî wekhev be.
Ji % 65.4 dibêjin ku, bila zimanê Tirkî zimanê fermî be , lê perwerde bi zimanên din jî bê kirin.
Ji % 95.4 dibêjin bila gotina“ Desthilatî bê qeyd û mercy a Millete“ di desturê de cih bigre. (Di destura niha de gotar bi vî awayiye“ Desthilatî bê qeyd û merc a millet Tirk e“ (RK) ).
Ji % 84.6 dixwazin ku hêzên çekdar jî di nav de hemû dezgehên dewletê di bin kontrola Parlementoyê de bin.
Nûçe: Rojevakurd