Bila Malikî Bexda biparêze paşî hêzê bişîne ser sînoran
Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê, şandina hêzên artêşa Iraqê bo deverên sînorî yên herêma Kurdistanê, karekî şaş e û tu arîşeyekî çareser nake.
Kerkûkî di bersiva daxuyaniya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî de, ku gotibû; çareya herî baş bo arîşeya PKKê, ewe ku arteşe Îraqê biçe ser sînorên herêma Kurdistanê xwecih bibe de got ku heke hikûmeta Iraqê hêz bişîne ser sînor, arîşe çareser nabe, lê dê kûrtir bibe û rewş aloztir bibe.
Kerkûkê, diyar kir, divê PKK û PJAK digel Îran û Tirkiyê, bi gotûbêjê arîşeyên xwe çareser bikin, ji ber ku heke bi hezaran kesên din jî bên kuştin, dê dawiyê de dîsa ev arîşe bi diyalogê çarser bibe.
Her di bersiva daxuyaniya serokwezîrê Îraqê de, Cebar Yawer sekreterê wezareta pêşmengeyê Kurdistanê got ku Nûrî Malikî serokwezîrê Îraqê gotiye ku ji bo nehêlana PKK û PJAKê li deverên ser sînorê herêma Kurdistanê û Îran û Tirkyeyê pêwîste rateşa Îraqê li wan devarn xwecih bibe. Yawer got:
– Serokatiya siyasiya herêma Kurdiastnê hetim tekîd kiriye ku sedemên wan aloziyên li ser sînoran hene, hokarên siyasî ne û pirsên siyasî jî bi metodên leşkerî çareser nabin. Çend sale Tirkiye û Îran êrîşên serbazî dijî PKK û PJAKê dikin, lê di êrîşên xwe de serneketine û divê rêyên siyasî û aşitî çarser bikin.
Yawer got ku serokatiya herêma Kurdistanê di wê bawerê deye ku ji bon çareserkirina pirsa PKK û PJAKê divê Tirkiye û Îran vegerin bo ser masa diyalogê digel her du partiyên kurdî û got:
– Nêzîkî 15 hezar serbazên hêzên parastina snorî yên ser bi wezareta navxwe ve li ser sînorên herêma Kurdistanê hene û berdewam çavdêriya sînoran dikin û ew hêz nikarin mayê xwe di kêşeyên navxwe yên Îran û Tirkiyyeê bikin.
Cebar Yawer got jî ku li şûna ku Malikî hêza leşkerê Îraqê bişîne ser sînorên herêma Kurdistanê, bila emin, asayîş û îstîqrara deverên başûr û naverasta Îraqê biparêze.
Rojevakurd