Polîtîk

Ne bi dilê Kosret Resûl bû Berhem Salih bibe serokwezîr

Li gor belgenameyeke Wikileaks tarîxa wê bo sibata sala 2009 vedigere ku hîngê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê gelek dixwest postê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê werbigire daku ji doet û cemawerê xwe re diyar bike ku hêşta YNK partiyek bihêze û teslîm nabe.

Di wê demê de pêwîst bû YNK kesek ji bo postê serokatiya hikûmetê diyar bike û Celal Talebanî sekreterê YNKê dixwest Berhem Salih ji Bexdayê bîne û bike serokê hikûmet Kurdistanê. Lê li gor raporeke sefaretxaneya Amerîkayê ku Wikileaks weşandiye, Kosret Resûl bi wê birayar Talebanî razî nebûye û li dij derketiye. Her ji ber wê yekê jî bû ku hîngê pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê bo çend meheke texîr bibû.

Back to top button