
Misir û Yunanîstan piştî sê salan li hewldanê, rêkeftinek li ser bingeha yasayên navdewletî wajo û îmzakirin ji bo diyarkirina tixûbên deryaya di navbera xwe ya li deryaya navîn û bi vê yekê jî gurzeke kujinde li berjewendiyên tirkiye didin.
Deryaya Navîn li gor pêşbîniyan 345 trilyon pê sêca yedega gaz têda heye, li gel 3.4 milyar bermîl yedegê neft, ew samana zêde ya bin deryayê wiha kiriye ew cîh bibe sedema gengeşeya welatên dewrubera li rojhilata deryaya navîn.
Yûnanîstan û Misir sê armancên serekî li vê rêkeftinê heye: Rawestandina Erdogan li samanê deryaya navîn ya lêgerîna li pey neft û gaz ya li tixûbên aviyên bi azadî û rêgirîkirina li rêkeftina Erdogan û Serac.
Misir û Yûnanîstan roja pênçşemê (06-08-2020) rêkeftin di derbarê diyarkirina tixûbên deryayî ya di navbera her du aliyan wajokirin ku navçeyên avî yên aboriyên her du aliyan li deryaya navîn li xwe digre.