Endameka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li lîjneya Aborî û Veberhênanê ya li Parlemena Iraqê ragihand, vê heftiyê şanda Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Meyade Necar Endama lîjneya Aborî û Veberhênanê li Parlemena Iraqê ragihand: “Biryare roja sêşemê 11.08.2020 şanda danustandinkarê Herêma Kurdistanê bi mebesta destpêkirina civînan bêne Bexda û qonaxên baş jî li guftûgoyan de hatine derbas kirin”.
Her wiha Meyade Necar dibêje: “Nikarim roja îmzakirina rêkeftinan destnîşan bikim, lê belê hemû rêkarên wan temambûne û rêkeftin hatiye kirin û bi hêviya xwedê encameke baş dibê ku xizmeta Herêma Kurdistanê bike”.