
Berpirsekê bilindê Amerîka hişyariyê di derbarê destêwerdana Rûsya, Çîn û Îranê ya di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê da hişyariyê da.
William Evanina Rêveberê Asayîşa Niştimaniya Amerîka ragihand Rûsya û Çîn û Îran tevgerên destêwerdana li hilbijartinên serokatiya Amerîkayê da dikin.
Rêveberê Asayîşa Niştimaniya Amerîka wê yekê jî ragihand Rûsya bi kirdarî dijî Joe Biden kar dike û piştgiriya Donald Trump dike û Çîn û Îran jî dijî Donald Trump kar dikin û bi awayeke elektronî hewl didin dengderên Amerîka bêxin bin guvaşa xwe û baweriya wan bi proseya demokratîk nehêlin.