PolîtîkRojev

Serokê Kurdistanê pîrozbahiyê li Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir

Êvariya îro şemî 08/08/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê da li gel birêz Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, bi helkefta salvegera 44 saliya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, pîrozbahiyê li birêz û serkirdayetî û endam û alîgir û dostên Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî rol û dîrok û têkoşîna Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê bilind nirxand û li vê salvegerê da bi rêz û rûmetê ve şehîdên partî û hemû şehîdên Kurdistanê bibîranî. Her wiha tekez li ser tebayî û yekrêzî û pêkve karkirina aliyan û pêkhatên Kurdistaniyan kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, spas û pêzanînên xwe û serkirdayetiya Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê û vê peywendiyê derbirî û hêviya serkeftinê ji bo birêz û hewlên wî yên bi navê tebayî û yekrêziyê da xwest.

Back to top button