Yucedag dixwaze Tikiye li dijê DAÎŞê operasyona bike

Figen Yucedag hevseroka HDPê li gel hinek parlementerên HDPê nêzikî sinorê Kobanê daxuyaniyek çapemeniyê da.Di daxuyaniyê de Yucedag ji bilî ku tiştên her care têne gotin, hinek gotinên balkêş kirin.Yucedag da xuyakirin ku , hinek delîl hene  çekdarên DAÎŞê ji deriyî Murşidpinarê re derbas bûne.Ev derî di navbera Bakurê Kurdistanê û Kobanê de ye. Aliyekî leşkerên Tirka li aliyê din HPG heye.Herweha Yucedag dibêje hinek kampên DAÎŞê li Akça kale hene.Wek din Yucedag bangi hukumeta Tirkî kir û got: Ji bo çi hun Tukmena naparêzin? 200 jinên Turkmena di destê DAÎŞê de ye. , wan li bazara difroşin. Dema bi sedan Tukmen hatin qetilkirin hun li kîderê bûn.Yucedag gazind ji hukumetê kir ji bo çi li Turkmenan xwedî derneketine.Herweha Yucedag daxwaz ji Tirkiye kirk u li dijê DAÎŞê operasyona bikin.Yucedag got: Li dijê DAÎŞê operasyonekî bikin da ku em bawerbin ku hun alikariya DAÎŞê nakin.

Nerîna min :