Cîhan

Celewla û Seidiye Kurdistanî ne

 Berpirsekî PDK: Celewla û Seidiye Kurdistanî ne, rêkeftine ligel Amirê bo çiye  Berpirsekî PDK li Celewlayê di wê baweriyê de ye ku, pêwîst nake ti civînek ji bo rêvebirina her du navçeyên Seidiye û Celewlayê werin li darxistin, daku Heşda Şeibî û Pêşmerge bi hevbeşî wan birêve bibin, ji ber ku ew navçeyên Kurdistanî ne û pêwîst nake ti hêzeke din ji bilî Pêşmergeyan li wan biciv bibin. Berpirsê Komîteya Navçeya Celewlayê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Amir Rifeat îro Şemiyê ji KDP.info re got: “Civîna ku di navbera YNK û fermandarê Heşda Şeibî (Hadî Amirî) de birêve çûbû, civînek du alî bû û em jê agehdar nebûn, rêveberê nahiyeyê jî agehdarî wê civînê nebû. Lewma em agehdarî encamên wê civînê nînin û wê civînê jî bipêwîst nizanin, ji ber ku ew navçe Kurdistanî ye.” Amir Rifeat got jî: “Ev ne yeke civîn bû, beriya niha jî çendîn civîn hatine li daxistine, lê Seidiy bi temamî di dest Heşda Şeibî de ye, di demekê de ku ew bajarokek Kurdistanî ye û pêwîst nake axeftin di wê derbarê de bê kirin, lê divê bi rêkeftin ew hêz ji navçeyê were derxistin û Pêşmerge li wêde bicih bibin.” Wî berpirsê PDK bi pêwîst jî zanî ku Pêşmerge ji wê navçeyê û heta çiyayê Hemrînê bicih bibin, ji ber ku ew navçe Kurdistanî ne.

Back to top button