Civak

YPG: Rûdaw xayine û dijiminê Kurdan e

Rojnamevanên Kurd, peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî û peyamnêrê televîzyona Orient Rodî Îbrahîm, her du jî, ji aliyê YPG ve, hatine revandin, piştre jî ji ber ku ew “ji televîzyonên xayînan re kar dikin û cihê wan li rojava tune ye” anîn ser sînorê başûrê Kurdistanê û ew avêtine aliyê başûr, ew niha li Zaxo ne.

Li wan hate qedexekirin ku li rojavayê Kurdistanê bimînin.

Li gor nûçeyeke di malpera Rûdawê de, bûyer wiha çêbûye:

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî ragihand ku duh dora saet 3yê piştî nîvro grûpeke çekdarî ku ji 6 kesan pêk dihat û li otombêleke Van rengê spî siwar dibûn, ew û peyamnêrê televizyona Orinet Rodî Îbrahîm li pêşiya kafênêtekê li cadeya el-Xelîc el-Erebî li bajarê Qamişlo revandin.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got “4 çekdar ji otombêlê daketin û em bi zorê derbasî otombêlê kirin, çavê me nuxumandin û destên me kelepçe kirin, şofêr û çekdarekî din di otombêlê de bûn. Hemû jî bi kurdî diaxifîn û ji me re digotin `ne tirisn, deng dernexin û em tiştekê ji we nakin`. Piştî nêzîkî nîv saetê em ji otombêlê daxistin û her yek ji me bi tenê xistin odeyekê û derî li me girtin”.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di odeyê de wî karî çavê xwe veke û dît ku ew di odeyeke mezin de ye. Herwiha got ku piştî nêzîkî saet û nîvê li wir ma, ew birin cihekî din û li wir yek bi zimanê kurdî ji wan re wiha got: `em Kurd in, em ne YPGê û asayiş in, em ji saziya malbatên şehîdên YPGê ne, hûn xayinên û dijminên gelê Kurd in, Rûdaw xayine û dijiminê Kurdan e. Vê carê emê we ji Rojava nefî bikin û derxînin, lê eger hûn vegerin emê we bikujin”.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got “Pişt re em li otombêlê siwarkirin û em nizanin bi kû ve em birin, heta ku çavê me vekirin û me dît ku em li ser sînorê Herêma Kurdistanê ne, li wir destê me vekirin û çekdarekî ji wan bi kurdî ji me re got `Rûdaw xayin û emîle, cihê we li Rojava nîne, pêwîstiya Rojava bi we tine ye, herin ji Rojava derkevin”.

Peymanêrê Rûdawê herwiha got ku wî û rojnamevanê din Rodî xwe radestê hêzên pêşmerge kirin û ew niha li bajarokê Zaxo ne.

Tiştê balkêş di vê bûyerê de ewe ku di nîva rojê de û li nava bajarê Qamişlo ku wek navenda kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye damezirnadin, çêbûye û otombêla ku pê hatine revandin di rêya navbera Qamişlo û Dêrikê û heta ser sînorê re ku gelek xalên kontrolê yên YPGê û asayişa ser bi PYDê ve hene, bê ti astengî derbas bûye û wek peyamnêrê Rûdawê û rojnamevanê pê re tekîd kirin ku otombêla wan li ti xal û kontrolekê nehate sekinandin.

Back to top button