Polîtîk

YNKê %51ê postên parêzgariya Kerkûkê radestî Ereban kir.

Kerkûkî dibêjin, rêkeftina YNKê li ser postê parêzgariya Kerkûkê bo kurdan karesat e.
Çavdêrê siyasî li parêzgeha Kerkûkê Kawa Ehmed ji rojnameya Evro re gotiye, YNK pirsa parêzgarê Kerkûkê wek rêkeftina ereban û 19 postên tirkmenan, tenê 6 postên duyem ji bo kurdan mane.
“Postên ku dane Ereb û Tirkmenan û posta parêzgariyê tenê salek û 4 meh e. Ereban pir metirsîdarin.

Kawa Ehmed dibêje:
“Piştî wergirtina posta parêzgarî ji YNKê dê gelek bûyerên xirab rû bidin. Niha ew post di destê YNKê de ye û weke postê serokomariyê ye, ku postekî îdarî ye, ji ber ku ti posteke din a giring nîne.
“Ev ne rêkeftina YNKê bû, Kurdan hemû postên girîng ji dest dan û civîna encumena parêzgehê jî neqanûnî bû. Kî rast dibêje ku 9 endamên encûmenê di civînê de amade bûn, biryarnameya komarê dê di demek nêzîk de derkeve! Lewma em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê bi ser nekeve.”
Herwaha got, diviyabû posta parêzgariyê bi awayekî dewrî ji bo kurd, ereb û tirkmenan bihata dayîn û postên giring ên Kerkûkê jî ji bo kurd û tirkmenan bihata dayîn û ev jî karesat e .

Back to top button