Biden bi hêstirên çava xatir xwestin…!
Serokê Amerîkayê Joe Biden, di kongreya Partiya Demokrat a ku li bajarê Chicago yê DYAyê dest pê kirî de ji partiya xwe xatir xwestin,Bidin dema xatir xwestin hêstir jiçavên wî barîn. Biden bi gotinên tund Trump rexne kir û di axaftina xwe de pesnê Kamala Harris da, destnîşan kir ku ew hêrs nebûye û ew kêfxweş e ku Kamala Harris dibe kandîtatê wan.
Biden ku beriya mehekê di bin zextên endamên partiyê de ji namzetiyê vekişiya, êvara vekirinê ya kongreyê bi danasîna keça xwe Ashley û çepikên dirêj re cihê derket ser dikê û axavtina xwe kir.
Biden bi slogan û pankartên “Em ji te hez dikin, Joe”, axaftina xwe bi gotina “Amerîka ez ji te hez dikim” dest pê kir û di piraniya axaftina xwe de behsa serkeftinên serdema xwe kir û diyar kir ku ew û Harris serkeftine.