Azad Cindiyanê berdefkê polîtbûtoya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê eşkere kir ku di civîna îrê ya serkirdayetiya YNKê de, bi fermî Kosret Resûl bo postê cîgirê serokê herêma Kurdistanê hat destnîşan kirin.
Herwesa Cindiyanî got ku Erselan Bayîz, ku nuha cîgirê serokê parlamentoya Kurdisdtanê ye, bo postê serokê parlamentoya Kurdistanê ji aliyê polîtbûroya YNKê ve hat destnîşan kirin.
Di cinîna îro de serkirdayetiya YNKê de nlikarî li ser kandîdê cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li hev bikin û li dor vê yekê berdefkê polîtbûroya YNKê got ku ew li benda begera Celal Talebanî ssekreterê YNKê ne ji bo yelalîkirina destnîşankirina kandîdê postê cîgirê serokê hikûmetê û kandîdkirina çend wezçrekên nû ji bo kabîneya heftem.
beriya destpêkirina civînê, endamê polîburoya Yekîtiya Nîştimanîya Kurdistanê, Sedî Pîre ji Xendanê re ragehand ku îro polîtburoya YNK dê ji bo gotûbêjkirina qonaxa guhertina hikûmetê kom bibe.
Pîre aşkire kir ku di civîna wan ya îro de, kandîdê YNK yê ji bo postê cîgirê serokê hikûmeta nû bê destnîşankirin. Li gor agahiyan jî, ta niha her du endamên polîtburoya YNK, Îmad Ehmed û Hakim Qadir kandîdên bihêz in ji bo wergirtina wê postê.
Li aliyekî din jî, Pîre da zanîn ku gotûbêjên îro dê li ser karê wezîrên hikûmeta nû û plana qonaxa nû bê kirin.