Parlementerên Kurdistanê serdana Roboskî kirin
Şandek a parlementoya Kurdistanê serdana Roboskê kir. Şandek ku ji 9 parlementerên parlementoya Kurdistanê pêkdihat ji bo sersaxiyö li kes û karên qurbaniyên komkujiya Qilebanê bikin serdana Roboskê kirin.
Parlementerên Kurdistanê, Şoreş Mecid, Sabah Beytullah, Dr. Ahmet Verdi, Salih Toma, Abdurahman Hisên, Serdil Tahsin, Beyan Ahmet, Sergul Karadaxi , Berfin Hesen û Serbest Zexoyî ji aliyê gundiyên Roboskiyê ve gelek bi germî hatin pêşwazî kirin.
Li meydana gund, gundiyan tevî serokê BDP-ê yê Şirnex Baki Sandak, serokê PDP-ê yê navçeya Qilebanê û cigirê serokê bajarvaniya Qilebanê pêşwaziya şanda parlementoya Kurdistanê kirin.
Parlementerê PDK-ê Sabah Beytullah di taziyê de axavtinek kir. Beytullah di axavtina xwe de got: Ev komkujiyek li dijê miletê kurd e, êşa we êşa kurdan ya hevbeş e.
Beytullah got: Em di serî de bi navê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û hemû gelên Kurdistanê sersaxiyê lê we dikin. Em ji bo şirîkatiya xema we liv ê derê ne.
Baytulah berdewamiya axavtina xwe de got: Kuştin û rijandina xwînê tu cara nebûye çareserî. Ev yek bi rêya diyaloge tê çareser kirin. Vêca dema ku mirov rûnê li ser mase hatiye.
Herweha parlementerên jin jî li mizgefta gund li gel jinan û diyên qurbaniyan hatin bahev. Dayika weneyên zarokên xwe yên di komkujiyê de jiyana ji dest dayîn rakiribûn.
Herî dawî şanda parlementerên Kurdistanê tevî xelkê serdana qebristana qurbaniyan kirin û ji deverê veqetiyan.
Rojevakurd/Şirnex