Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî peyamek pêşkeşî kurdistaniyan kir

 

Nêçîrvan Barzanî di malpera xwe ya Facebookê de peyamek pêşkeşî hevwelatiyên Kurdistanê û raya giştî kir. Ev li jêr hemû teksta payama Nêçîrvan Barzanî bixwîne:

 

Hevwelatiyên birêz yên Kurdistanê, xuşik û bira

Bi baweriyeke timam bi berdewamîdan bi pirosesa xizmetkirinê, ber bi pêşvebirina herêma Kurdistanê di hemû waran de û bi hev re karkirin digel hevpeymana me a stratejîk, Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê, peyrewkirina wê rêkeftina di navbera me de heye, careke din guhertin di postên bala de dihête kirin û kabîneyeke nû îlan dikîn.

Her li destpêka hewilên me ji bo ragehandina kabîneya nû, ez bi pêwîstî dizanim ku hevwelatiyên birêz yên Kurdistanê, her dera lê bin, dilrehet bikim ku kabîneya nû dirêjepêdana karên kabîneya berê ye û kar ji bo cîbicîkirina wan soza dide yên ku di dema hilbijartinan de Lîsteya Kurdistanê ji we yên birêz re dabûn. Em jî li ser heman hidavê berdewam dibîn û dê ji bona karên baş baştir bikin û kêmsiyan kêm bikin bixebitin.

Mehên li pêşiya me dê ji bo pêkanîna aqarekî baş û dana nexşerêya siyasiya herêma Kurdistanê ji bo salên bê, gelek diring bin. 

Dema min serokatiya yekem kabîneya yekgirtiya hikûmeta herêma Kurdistanê di sala 2005ê de wergirt, min geelek hewilda ku kabîneya pêncem tekîdê li ser hevakrî û hevahengiyê bike. Ji ber hindê ez dê ji dil bi heman canê hevahengî û karkirinê bi cidî di kabîneya nû de kar kim.

Îro, me ji bo bicîanîna hêvî û daxwazê xelkê ku, hêjayî xizmetên zêdetirin, têgihiştineke zêdetir heye, ji ber hindê divê hikûmet aktîvtir û karîgertir, ji bo nehêlana kêmasiyan wezîfeya xwe bi cî bîne.

Livra, berî her tiştî, ez bi pêwîstî dizanim ku sipasî û destxweşiyê li birayê xwe yê birêz Dr. Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bikim ku, di nava du salên temenê kabîneya xwe,  karî xizmetên ber bi çav û pêşkeftinê di hemû warande bidest bîne.

Eger bi wijdan li awayê karên serokê hikûmetê û kabîneya şeşem ku demê du salan dom kir binêrin, bê guman du sal jî  negelek  wexte bo karên hikûmetê, zelal dibe ku serokê hikûmetê, cîgirê wî û hemû hevkaran, tevî hemû asteng û kelamêm ketîne di rêya wan de,  bi dilsozî wezîfeya xwe gihandiye cî. Kabîneya şeşem karî timamkera gelek ji wan pirojeyan be yên ku li ser dema kabîneya pêncem jê re mabûn, Em jî dê timamkerên kabîneya şeşem bin û karnameya xwe jî ku, digel hêvî û daxwazên îro yên hevwelatiyên kurdistanê mitabiqe, cîbicî bikin.

Rewşa herêma Kurdistanê di warê siyasî, abûrî, serweriya qanûnê, parastina mafê mirovî, peyrewkirina sîstema demokratîk û azadiya ramanê de pêşkeftin çêbûne. Hemû ew serwerî jî bi jîrî û di bin ronahiya biryar û tewsiyên cenabê serok Mesûd Barzanî bi dest hatine, dema di sala 1991ê de gotî ” divê demokrasî li Kurdistanê bê peyrew kirin, qanûn serwer be û dengê milet yelalîker be.”

Belê, bi dengê milet û di piroseseke demokratîk de û piştbestin bi cemawerê xweragirê Kurdistanê ev desthilat û hikûmet dirust bûye. Ji ber vê yekê hikûmeta herêma Kurdistanê bi wezîfeya xwe dizane û şanaziyê jî dike ku bi hemû îmkanên xwe tenî û tenê di xizmeta gelê Kurdistanê de be. Îro jî ji bona ku wan sozên me ji wer dene cibicî bikin, karwan berdewam e.

Di çend salên borî de û heta ku gihiştiye îro, tevî avadankirin û pêşxistina welêt kêmasî jî hebûne. Lê em li ser pêşkeşkirina xizmetên baştir, zêdetir çespandina demokrasiyê û peyrewkirina pirensîpên mafê mirovî û bihevrejiyan bi aşitî û karkirina bi şefafî berdewam dibin.

Îro rewşa siyaisya navxweyîya herêma Kurdistanê zêdetir pêwîstî bi yekrêziya navmala kurd heye. Her çi qas pirsgirêk ewqas ne mezinin û mesafeya navbera  hizir û dîtinên me negelk e, lê em hest pê dikim ku nêzîke hizr û bîrên cihê bi ser berjewendiyên bala de zal bib  û ev jî pêşhateke ne baş e. Hikûmeta herêma Kurdistanê, mil bi milê bername û pilana xwe ji bo bicîanîna hêvî û daxwazên hevwelatiyan,  dê ji bona komkirina hizrûbîrên cuda jî hewil bide. 

Divê pêşniyar û dîtinên aliyên opozisyonê û têbînî û rexneyên wan jî li ber çavan bên girtin. Me hemûyan yek çarenivîs heye, ji ber hindê her pêngavek ji bo berjewendiya herêma Kurdistanê, tecrûbeya wê û destekeftiyan bê avêtin, bê guman em jî piştgiriyê lê dikin.

Pirosesa siyasiya herêma Kurdistanê pêwîstî  zêdetir diyaloga siyasî heye û em hemû alî bi hev re dikarîn zûtir nêzîkî armancên xwe yên stratejîk yên netewî û niştimanî bibin. Rewş wusa dixwaze ku, hemû partî û grûpên cihê bi zimanê medenî li dor wan pirsên peywendî  bi paşeroja herêma Kurdistanê heye danşstandin bikin.

Divê derfeta danûstandin û diyaloga vekirî di navbera hemû pêkhatên siysaî, pisporan, şarezayên warên cihê, mamosteyên birêz yên olî, rêxistinên  civaka medenî, abûrînas, nawend û senterên mediya û ragehandinê bê encam dan. Pêwîste  hemû alî dilrehet bin ku em vekirî ji bo danûstandinan amade ne û ji bona sazkirina diyaloga niştimanî li ser her pirseke giring bo misogerkirina paşerojeke geş bo gelê me, pêşxistina tecrûbeya me û cîbicîkirina hêvî û xwestekên rewayên gelê me, tu astengî û rêgirî nîn in. 

Her wê demokrasiyê û azadiyê wusa kir ku opozisyon jidayîk bibe û bi çavê rexneyê li karên hikûmetê binêre û çavdêriya awayê karkirina hikûmetê bike. Bê guman hebûna opozisyonê diyardeyeke normal û saxleme û ew, ji bona serkeftina pirosesa siyasî û demokrasîyê li herêma Kurdistanê belgeyek e. Di vê qonaxa îro de, em bi başî dibînin ku opozisyon di pirosesa siyasî û hikûmetê de beşdar be, lê neşerte ku opozisyon di hikûmetê de beşdar be, di hema demê de beşdarînekirina wan jî ne karekê şaş e.  Ya girin ewe ku em li ser pirsên hevbeş kok bin. Divê hurmet ji îradeya gel re bê girtin û tu kes xwe bi tenê neke nûnerê milet. Îro ew desthilata hukimdariya Kurdistanê dike nûnera piraniya gelê Kurdistanê dike û bi wezîfeya xwe jî dizaene ku hurmetê ji dxwaz û îradeya gelê Kurdistanê re bigire.

Raste tecrûbeya demokrasî hêşta tam negihiştiye, lê ev tecrûbeye cîyê şanaziyê ye û roj bi roj geş dibe. Ji ber vê sîstemê ye civaka navdewletî hurmetê li dîtinê me digire ku, ji bo paşeroja gelê me hêviyê zêdetir dike.

Ez dê di çend rojên bên de, ji bo minaqeşekirina acendayê kabîneya nû,  dîdar û civînan digel hemû serkirdeyên partiyên siyasiyên Kurdistanê pêkbînim . Di demekê de ku dîtinên cuda di navbera  hikûmet û hêzên opozisyonê de hene, lê ez di wê baweriyê deme ku em dikarin, ji bona dîtina çareseriyên mişterik û karîger bo gelek pirsan,  bi hev re bicivin.

Hevalan, xuşik û birayên birêz

Ji  bo min şerefe ku careke din ji bo xizmetkirina herêma Kurdistanê ev wezîfeya dane min, hêvîdarim cihê baweriya gelê xwe bim. Ji bona pêkanîna hikûmetê û wergirtina berprisuiyariyê, demekê kurt li pêşiya meye. Her ji nuha, ji bona wergirtina bîrûra, piştgirî û beşdariyê di hikûmetê de,  gotûbêjan digel kesatî û aliyên siyasî encam didim. Hêvîdarîn hikûmetekê pêk bînîn ku cîyê baweriya hemû aliyan be û timama xelkê Kurdistanê piştgiriyê lê bike da ku bikar be bi wêrekî kar bike, pirsgirêkan çareser bike û berhingarî rû bi rûyên li pêşiya me hene bibe.

 

Rojevakurd/NH

 

Back to top button