Li dijê serfermandar doz vekirin
Hinek nivîskar, akademisyen û rojnemavana li dijî serfermandarê hêzên çekdarên Tirk serî li dozger dan û di derbarê wî de doz vekirin.
5-ê meha 1-ê 2012-ê, serfermandarê Hêzên Çekdarê Tirk Necdet Ozel li gel rojnama Milliyetê hevpeyvînek kiribû. Ozel di vê hevpeyvîna xwe de behsa rojeva siyasî kirîbû. Ditinên Ozel jî wek serfermandarên berê bûn.
Nejdet Ozel di hevpeyvîna xwe de gotibû: “Ez dijî wê yekême ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê”. Herweha li ser pirsa kurd û girtinên di çerçova doza KCK-ê de tên kirin dîtinên xwe wek kesayetek siyasî sivîl dabûn kifşkirin. Ozel behsa guhertina destûrê jî kirîbû.
Nejdet Ozel
Li ser vê daxuyaniya Nejdet Ozel, hinek nivîskar, rojnemevan û akademîsyêna gilînameyek nivîsandin û pêşkeşî dozegrê Enqere kirin. Di gilînamê de Îmza Nivîskar û Rojnemevan Aydın Engin, nivîskar û akademisyen Ahmet İnsel, nivîskar Cengiz Algan, Prof. Dr. Gençay Gürsoy û Prof. Dr. Baskın Oran heye.
Ji berî gilînamê bidine dozger li ser nave kêsên ku îmze kirîn Prof. Dr. Baskın Oran gilîname ji rojnememanan re xwend û sedema vê gilînamê da diyarkirin. Oran di daxuyaniya xwe de got: Nabe serfermandarê leşkerî di derbarê rojeva siyasetê de dîtinên xwe bi vî awayî bêje. Ev yek li gora yasayê tawane. Nejdet Ozel jî wek serfermandarên berê kiriye û xwestiye bandora xwe li siyasetê bike. Ji bo demokrasiyê em li dijê Nejdet Ozel dozê vedikin û giliya wî dikin.
Li gora yasayên heyî tişta Nejdet Ozel kirî tawane û heta 5 sal ceza ji bo vê cureyê tawanê heye.
Rojevakurd