Polîtîk

YNKê çalakvanekî siyasî yê Kurd radestî Îranê kir

Li gor nûçeya gihîştî Rêxistina Hangaw ya mafê mirovî , hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê heftiya borî çalakvanê siyasî yê bajarê Seqizê rojhilata Kurdistanê yê bi navê Behzad Xosrewî temen 35 salî desteser kirin û piştî îşkenceyên giran radestî hêzên ewlehiyê yên Îranê kirin.

Li gor rojnamevanekê kurd, Behzad Xosrewî piştî weşandina gotareke welatparêz ji aliyê hêzên ewlehiyê yên YNKê ve hat girtin û piştî îşkenceyên giran radestî Komara Îslamî ya Îranê hat kirin.

Rojnamevanê navdar yê Rojhilatê Kurdistanê Elî Cewanmerdî li ser rûpela xwe ya Facebookê ev nûçe piştrast kir û ragihand, asayişa YNKê endamê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK) bi navê Behzadî Xosrewî ku xelkê Seqzeyê ye, girtin û teslîmî Îranê kirin.

Behzadî Xosrewî li beşê pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Silêmaniyê kar dikir û ji ber belavkirina gotarekê li ser mijarên niştimanî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên YNKê ve hat girtin û radestî Komara Îslamî ya Îranê hat kirin.

Ev ne çalakiya dawî ya çekdarên Bafel Talebanî ye, ji ber ku roja Çarşema borî hêzeke çekdar a YNKê çû ser baregehên her sê rêkxistinên rojhilata Kurdistanê; Komale yên li Zrguezala, Banagowra û Zrguez û bi eşkere ji wan re gotin ku di bin çavdêriyê tehdîda çekdaran da ji navenda xwe derkevin.

Got jî: Komale serdana YNKê kir, lê Bafel Talebanî nexwest wan bibîne û li gel wan rûne, ji ber wê jî ligel Gubad Talebanî rûniştin û li ser wê mijarê gotûbêj kirin, lê bê encam bûn.

Helweta Partiya Demokrata Kurdistana Îranê

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK) bi fermî di dxuyaniyekê da piştrast kir ku hêzên ewlehiyê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) endamekî wê partiyê radestî Îranê kirine.

Navenda Rêkxistinî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê da ragehand ku, Behzad Xosrewî xelkê bajarê Seqizê û endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê hêzên YNKê ve hatiye girtin û radestî rejîma Îslamî ya Îranê hatiye kirin. Behzad Xosrewî du caran ji aliyê dezgeha asayîşa YNKê li Silêmaniyê hat gazîkirin û cara duyem jî piştî çend rojan binçavkirinê, radestî dezgeha îstixbarata Sina li Îranêhat kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku, sedema girtin û radestkirina Behzad Xosrewî bo Komara Îslamî ya Îranê ewe ku Xosrewî ti destûra rûniştinê li Herêma Kurdistanê tinebû û ti pêwendiya wî bi ti aliyekî siyasî re tunebû. Lê HDK dibêje, berevajî daxuyaniya dezgeha asayîşê, Behzad Xosrewî zêdetirî 10 sal e li Silêmaniyê ligel dayîk û xwîşka xwe li Herêma Kurdistanê dijî. ji bo Penaberan (UNHCR) li Herêma Kurdistanê. Ew û malbata xwe 7 sal in endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK) bûne û di çarçoveya yasa û tedbîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê dijîn.

Di dawiya daxuyaniyê de HDKê radestkirina Behzad Xosrewî bo Komara Îslamî ya Îranê şermezar dike û dibêje, diviyabû dosyaya girtina Behzad li gor yasaya dezgeha dadweriya Herêma Kurdistanê bihata encamdan. Ji ber vê yekê em nerazîbûna xwe ya li hember vê bûyerê nîşan didin û ji navendên pêwendîdar û aliyên yasayî dikin ku derbarê vê mijarê de daxwaza zanyariyên zêdetir û ravekirinan dikin.

Asayîşa YNKê ya Silêmaniyê bi hêceta ku Behzad Xosrewî endamê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê nîne û mafê penaberiyê li Herêma Kurdistanê nîne radestî Tehranê kiriye. Lê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê van gumanên YNKê re dike û dbîke ku Behzad Xosrewî hemû belgeyên pêwîst hebûn, di nav belgeyan da:

  • Karta niştecihbûnê ku îsbat dike ku mafê rûniştina wî li Silêmaniyê heye.
  • Nameyek fermî ya Neteweyên Yekgirtî ku piştrast dike ku ew penaberekî siyasî li Herêma Kurdistanê ye.

Partiya Demokrata Kurdistanê îdiayên Asayîşa YNKê ku dibêje Behzad Xosrewî endamê wê partiyê nîne red dike û dibêje “Behzad Xosrewî ev 10 sal in li Silêmaniyê dijî û endamê partiya me ye.”

Back to top button