Civak

Cenazeyê Narînê hat dîtin

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiye Alî Yerlîkaya ragihand ku cenazeyê Narîn Gûran a 19 rojin winda bû hatiye dîtin.

Narîna biçûk di 21’ê Tebaxê de li gundekî li navçeya Reza ya Amedê winda bibû. Lêgerîna Narîn Gûran ji wê rojê û vir ve dewam dikira, lû dawyû de ji keçika biçûk xebereke xemgîn hat.

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê Narîn Gûran de daxuyanî da.

Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de wiha got: “Mixabin cenazeyê keça me Narîn a bê can a li Taxa Tavşantepe ya navçeya Baglara Amedê hat windakirin ji aliyê ekîbên me yên Jendermeyan ve hat dîtin. Ez ji Xwedê rehma xwe ji keça me ya nazik re dixwazim. Bila serê me sax be. “

Back to top button