Civîneke nehênî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran, ku di çend rojên borî de li Silêmaniyê hat kirin û taybet bû bi qonaxa piştî hilbijartina parlamento û civata parêzgehan, her du aliyên din ên mixalefetê Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî nîgeran kir.
Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji rojnameya Basê re got: ‘’Em ci her civîneke Tevgera Goran a ligel YNK’ê ku em jê nehatibin agahdar kirin, nîgeran û biguman in.’’
Di hejmara borî ya Basê de hatibû belavkirin ku YNK û Tevgera Goran dê bi serpereştiya Îranê bicivin, daku pirsgirêkên navbera xwe gotûbêj bikin, li gor agahiyên Basê jî ew civîn di çend rojên borî de hat kirin.
Derheqa vê mijarê de Berpirsê Şûraya Giştî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed ji Basê re wiha axifî: ‘’Tevgera Goran derbarê wê civînê de em agahdar nekirin. Em wek aliyên mixalefetê hinek projeyên me yên hevbeş hene, her aliyek jî dikare bi serê xwe ligel aliyên desthilatê bicive, lê ya baş ew e ku pêşwext aliyên mixalefetê hevdu agahdar bikin.’’
Mihemed Ehmed tekez kir ku ne li dijî arambûna aloziyên navbera YNK û Tevgera Goran in, lê belê nîgeran dibin û guman ji wan re çêdibe eger li ser hesabê mixalefetê civînek were lidarxistin.
Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Tofîq Kerîm jî diyar kir ku ew ji civîna YNK û Tevgera Goran nehatine agahdarkirin û got: ‘’Her aliyekî mixalefetê ligel aliyekî derveyê opozîsyonê lihev bike, divê aliyên din werin haydarkirin.’’
Berpirsê Odeya Peywendiyên Dîplomatîk a Tevgera Goran Heme Tofîq Rehîm jî ragehand ku nîgeraniya aliyên Îslamî ne di cihê xwe de ye û wiha axifî: ‘’Di vê dema han de em qet ligel YNK’ê neciviyane, lewra pêwist nake ku nîgeran bibin.
Şiwan Berzencî/Basnews