Civak

Perwerde ji bo pêşketinê faktora herî girîng e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi amadebûna wezîrê pewerdeyê, waliyê Hewlêrê û hijmareke mamoste û xwendekaran, di maresimeke taybet de zengila destpêkirina sala xwendina a 2013-2014ê lê da.

Di merasimê de ku, duhî  li xwendingeha seretayî Rûxsar ya ku li cîyê serbasgekehe rijêma berê a Îraqê bi awayekî modern û hevçerix ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve ahtiye avakirin, bi rê ve çû, serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û got ku, pirosesa xandinê û perwerdeyê li herêma Kurdistanê qonaxeke gelek baş pîşve çûye ”lê qonaxên gelek giringtir hêşta mane.”
Serokwezîr di axaftina xwe de behsa rola mamosteyên Kurdistanê piştî serhildana sala 1991ê  ku, bê meaş li xwendingehên herêma Kurdisttanê ders digotin daku pirosesa xandinê neraweste kir û got:

– Eger  destpêka serhildana pîroz li bîra we ma be, mamosteyên Kurdistanê bê meaş û bêy ku alîkariyên madî wan hebin, di wan rojên dijwar de nehêla xwendin û perwerde li Kurdistanê raweste. Bi rastî divê ew roj li bîra me bin, divê rêz û hurmetê ji wan ezîzar re bê girtin yên  ku, di wan rojan de bi hemû şiyanên xwe, tevî ku meaş jî nebû, îmkanên wan nebûn, pirosesa xwendin û pewerdeyê li vî welatî bo rojekê bi tenê jî ranewsta.

Nêçîrvan Barzanî got ku, eger em bixwaz in Kurdistan pêşkeftî be û paşerojeke geş bo wê dabîn bikin û kevirê bingehîn ji bo pêşkeftin û pêkvejiyana bi aşitî deynîn, ”ev hemû li yek dever dest pê dikin ku ew jî perwerde ye. .. perwerde li herêma Kurdistanê û li hemû cîhanê giringtirîn faktore bo pêşkeftina her welatekî.”

 

Serokwezîr xwendekar bi nifşê nû û paşeroja welêt bi nav kirin û hêvî kir ku, îsal xwendekar bi germî ber bi xwendingehan ve biçin, hîn bibin daku, bikaribin di paşerojê de rêvebiriya welatê xwe bigirin.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya gotina xwe de behsa giringiya têkeliyên navbera xwendekar û mamosteyan kir û got ku, çend sal berê ji sedema hebûna lêdanê li xwendingehan gelek arîşe çê dibûn, ”lêbelê, bi dilxweşî ve, pirosesa perwerdeyê baştir bûye  û em hîvîdar in baştir jî bibe..”

 

Back to top button