Polîtîk

YNK Sengawî ji partiyê dûrxist

YNK Parlementer Ferhat Sengawî ji partiyê dûr xist û biryara derkirina wê ji endametiya YNKê da.Polit Buroya YNKê di civînek ya xwe de biryar li ser derxistina parlementerê xwe Sengavê da û di vê derbarê de daxûyaniyek ragihand. Di daxûyaniyê de hatiye ku, YNK bi hemû awayî pişgiriya referandumê dike û ev yek stratejiyek ya YNKê ye ku nayê guhertin.Berdewamiya Daxûyaniyê de dibêje:Ferhad Sengawî ku li ser lîsta YNKê berbijêr parlemento bû, ji piştî raperînê herdem digot (Baştirîn derfet ketiye destê Kurd bo serxwebûnê, lê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê newêrin biryara serxwebûnê bidin) ku niha serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê biryara referandûmê daye, Ferhad Sengawî çûya nava rêza kampîna “Niha nexêr ji referandûmê re.YNK dibêje ku,siyaseta Ferhat Sengawi li dijê bîr û baweriyên YNKê ne.Ji bo vê yekê jî YNKê di civîna 9.8.2017ê de biryar daye ku, parêzbendiya parlementoyê ji Sengawî bikeve û ji ji partiyê derkir.

Back to top button